Şaredariya AKP'î 35 dikan daxilî nav rapora fealiyetê nekirin 2021-04-15 09:07:00 MÛŞ - Şaredariya Mûşê ya AKP'î, 35 dikanên aydê şaredariyê ku di sala 2012'an de hatibûn çêkirin û piştî wextekê texrîb bûbûn, daxilî nav "Rapora Fealiyetê ya Sala 2020'î" nekir.  Şaredariya Mûşê ya AKP'î di civîna meclîsa şaredariyê ya serê Nîsanê de, "Rapora Fealiyetê ya Sala 2020'î" berpêşî endamên meclîsê kir. Di raporê de behsa amûrê, lêçûn û dahatan û midûriyetan hatiye kirin. Lê belê behsa 35 dikanên aydê şaredariyê yên di sala 2012'an de hatibûn avakirin û texrîb bûne nehatiye kirin.    'TAPO TUNEYE'    Endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariyê, îtiraz kirin ku çima dikan di nav xeyrîmenkûlên şaredariyê de cih negirtine. Endamên AKP'î jî derpêş kirin ku ji ber ku "tapoya dikanan" tune ye daxilî nav nav tabloyê nehatine kirin. Piştî vê endamên HDP'î bibîr xistine ku di tabloya sala 2019'an de jî dikan daxilî nav tabloyê nehatine kirin û endamên AKP'î jî tenê gotine, "hûn mafdar in."    Dikanên navbirî di sala 2012'an de, di çarçoveya "projeya veguherandina bajêr" de hatibûn avakirin. TOKÎ'yê wê demê 115 kargeh ava kiribûn û ji vana 35 jê dabûn şaredariyê. Ji van dikana niha 3 jê wekî malê şînê tên bikaranîn û yên mayî jî nayên bikaranîn. Her wiha ev dikanên navbirî texrîb bûne û niha bûne warê tiryakkêşan.   MA / Dîndar Karataş