Ji ber nivîsa li ser diwarekî leşkeran li gundiyan da 2021-04-15 10:51:02 AMED – Leşkerên ku çûn gundê Zoravayê navçeya Sûrê, ji ber nivîseke li ser diwar, ciwanên gund kom kirin, li wan dan û gef li wan xwarin.    Li navçeya Sûrê ya Amedê, duh leşkeran ji ber nivîsa “Em bi qasî ku di oxira wê de jiyana xwe ji dest bidin, ji jiyanê hez dikin” ya li ser dîwarekî, bi ser gundê Zorava de girtin. Di serdegirtina gund de leşkeran ciwanê gund li hev kom kirin. Leşkeran heqaret li ciwanan kirin û li ciwanekî dan. Leşkeran bi birîna ceyranê û avakirina qereqolê gef li gundiyên ku li dijî wan derketin xwarin.    Leşkerên ku bi qasî 5-6 saetan zilmê li gundiyan kirin, piştre 10-12 ciwanan li dormîşê siwar kirin û bi xwe re birin. Hat hînbûn ku leşkeran bi xwe re birine heta navenda Amedê û careke din anîne gund û di tevahiya rê de heqaret li wan kirine û gef li wan xwarine.