Îdîanameya nûçegihanê me Aslan hat qebûlkirin 2021-04-15 11:46:57   STENBOL - Îdîanameya têkildarî nûçegihanê me Mehmet Aslan ê ji ber xebatên rojnamegeriyê hatibû girtin hat amadekirin, ji aliyê 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin.    Lêpirsîna derbarê nûçegihanê me Mehmet Aslan ê di 9’ê Çileya 2021’an de, ji ber xebatên rojnamegeriyê hatibû girtin û li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dima, dewam dikir de temam bû. Îdîanameya bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” û “Nûçeyên sorkirina girseyan û provokator çêkirin” a  ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve hatibû amadekirin, pêşkêşî 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê hat kirin. Dadgehê, diyar kir ku cihê sûc mijarê li Stenbolê ye û biryara bêrayeyê da. Îdîanameya Aslan, li ser vê yekÊ ji bo 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat şandin. Dadgehê îdîaname qebûl kir.    Di îdîanameya derbarê Aslan hat amadekirin de, nûçeyên Aslan çêkirine û hevdîtinên wî yên bi çavkaniyên nûçeyan re sûc hatin dîtin.   Danişîna yekemîn a Aslan, di 26’ê Gulanê de, wê li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin.