Hevşaredar Erdîşê Çetîn tehliye bû 2021-04-15 12:32:24   WAN – 7 sal û 6 meh ceza li Hevşeradara Erdîşê Yildiz Çetîn hat birîn biryara tehliyekirina wê hat dayîn.    Hevşeradara Erdîşê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û hatibû girtin, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Çetîn li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wan hat dîtin. Çetîn li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parêzerên wê li dadgehê amade bûn.    Rojnameger û siyasetmedarên ku xwestin tevlî danişînê bibin, bi hinceta pandemiyê negirtin eywana danişînê. Danişînê bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Destpêkê Çetîn mafê axaftinê girt û parastina xwe ya danişîna beriya niha dubare kir û daxwaza berdana xwe kir. Parêzerên Çetîn jî biryarên tehliyeyê yên ku ji heman dosyayê hatibûn darizandin bi bîr xistin û daxwaza berdana muwekîla xwe kirin.    Dadgehê, 7 sal û 6 meha cezayê girtîgehê li Çetîn birî û biryara tehliyekirina wê da.