Malbata Şenyaşar: Hêj jî kujeran diparêzin 2021-04-15 12:45:24   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 38’emîn a lêgerîna xwe ya edaletê de ev peyam parve kir: “Serdozger û dozger hêj jî kujeran diparêzin. Rojek dê were dozger jî wê li pêş darazê hesabê bide.”   Nobeta ku Emîna Şenyaşar a di encama êrişa parazvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kirin, bi kurê xwe yê di êrişê de birîndar xelas bibû Ferît Şenyaşar re bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 38’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar a di saetên serê sibê de hat pêşiya edliyeyê li gel germbûna hewayî jî, li pêş bariyeran rûniştin û dest bi nobeta xwe kirin.    Malbata Şenyaşar, kaxiz û dovîzên ku "Edalet" li ser nivîsandin li erdî danîn, ji welatî û parêzerên tên edliyeyê re komkujiya pêk hatî vedibêjin. Malbata Şenyaşar, li ser hesabên xwe yên medya civakî, ev peyam parve kir: “Em li pêş  Qesra EDALET’ê ya Rihayê 38 rojin têkoşîna EDALETÊ didin. Serdozger û dozger hêj jî kujeran diparêzin. Rojek dê were dozger jî wê li pêş darazê hesabê bidin…”