Danişîna bersûcê êrişî HDP’ê kiribû 5 deqan dewam kir 2021-04-15 12:55:38   HATAY - Danişîna ewil a bersûcê zirar da lewheya HDP’ê, 5 deqan dewam kir.    Li Hatayê, kesê bi navê V.Î. di 16’ê Sibatê de, zirar da lewehya avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Hatayê. Ji sûcê “Zirar dayîna amûrên partiya siyasî” doz derbarê bersûc V.Î. de hat kirin. Danişîna yekemîn a bersûc li 10’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Hatayê hat dîtin.   Bersûc V.Î. yê gotibû, “ji ber ‘nûçeyên şehîdan’ ez aciz bûm” ê ne girtî tê darizandin, beşdarî danişînê nebû. Hevserokê HDP’ê yê Hatayê Ekrem Nalbant ê bûyer gilî kiribû û parêzerê wî Yûsûf Ofgelî di danişînê de amade bûn.    Piştî danasîna nasnameyê, Hevserokê HDP’ê Nalbant axivî û gilîdariya xwe ya derbarê sûcdar de dubare kir. Nalbant, diyar kir ku bersûc sûcê xwe îtîraf kiriye û divê bê cezakirin. Parêzerê wî Yûsûf Ofgelî jî, da zanîn ku sûcê bersûc diyar û daxwaza cezakirina bersûc kir.   Dadgehê di danişîna 5 deqeyan dewam kir de, ji bo ku kêmasiyên di dosyeya de bên temam kirin, danişîn taloqî 22’yê Nîsanê kir.