Danişîna rojnamevan Şahîn û Gayip hat taloqkirin 2021-04-15 13:26:00   STENBOL - Danişîna doza Edîtora ETHA’yê Semîha Şahîn û nûçegihana wê Pinar Gayip hat taloqkirin   Danişîna doza edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihana wê Pinar Gayip jî, di nav de çar kesên ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” tên darizandin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku Şahîn tevlî ne bû de, Gayip û parêzerên wan beşdar bûn.    Dadgehê ji ber şewba vîrûsa koronayê xebatkarên çapemeniyê û temaşevan negirtin hûndirê salona danişînê. Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Şandeya dadgehê ji bo ku kemasiyên di dosyayê de bên temamkirin danişîn taloqî 14’ê tîrmehê kir.