Derbarê parlementer Ahmet Şik de fezleke hat amadekirin 2021-04-15 13:35:20   ENQERE - Derbarê parlementerê Stenbolê Ahmet Şik de, ji ber ku têkildarî protestokirina rektorê qeyyûm Melîh Bûlû daxuyanî da bû, fezleke hat amadekirin.   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê parlementerê serbixwe yê Stenbolê Ahmet Şik de, bi hinceta ku di protestokirina rektorê qeyyûm Melîh Bûlû de yê ku li ser Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû peywirdarkirin, banga ‘dakevin kolanan’ kiribû, fezleke amade kir.   Serdozgeriyê fezleke ji Wezareta Edaletê re şand û bi îddîaya ‘ji bo sûckirinê tahrîk hatiye kirin’ di meha Sibatê de lêpirsîn dabû destpêkirin.   Ahmet Şik roja ku xwendekarên destgîrkiribû hatibû berdan gotibû “Bila tu kes nebêje ew ê ev kes bi hilbijartinê biçin. Li dijî mafyayan bi hiqûqê têkoşîn nayê kirin. Ji ber vê divê her kes peywira xwe ya hemwelatîbûnê pêk bîne û piştgiriyê bide vê têkoşînê.”