Hevseroka HDP'ê Alokmen girtin 2021-04-15 14:37:35 MÊRDÎN - Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik a ku derbarê wê de biryara girtinê hatibû dayîn û hatibû binçavkirin, hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.   9'emîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê, duh di danişîna biryarê ya Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik de, 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîbû û derbarê wê de biryara girtinê da bû. Hulya Alokmen Uyanik a duh li Mêrdînê hatibû binçavkirin, îro sewqî Edliya Mêrdînê hat kirin. Uyanik bi SEGBÎS'ê beşdarî 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bû. Piştî ku dadgehê biryara girtinê li rûyê wê  xwend, derbarê wê de biryara girtinê da.    Malbata Alokmen, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP'ê Semra Guzel, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, Hevserokên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê hatin Edliya Mêrdînê û pêvajo şopandin.   Alokmen a hat girtin, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.