Heyeta HDP’ê li Aydinê bi jinan re tûfirengî berhev kir 2021-04-15 15:03:25   AYDIN – Heyeta HDP’ê, di çarçoveya hevdîtinên “Ji xizaniya jinan re na” de li Aydinê serdana jinên ku tûfirengiya berhev dikin kir û bi wan re tûfirengiyan berhev kir.    Meclisa Jinan a HDP’ê, di çarçoveya hevdîtinên “Ji xizaniya jinan re na” de li Aydinê serdana jinên ku li zeviyên tûfirengiyan dixebitin kirin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay, Hevseroka Giştî ya Partiya Şoreşgeran Elîf Torûn,  endamên Kordînasyona Jinan Feray Mertoglû, Semîha Şahîn, Berna Çelîk, Medya Yuksel jî di nav de heyeta HDP’ê destpêkê Rêxistina HDP’ê ya Aydinê ziyaret kirin. Heyet piştre derbasî navçeya Koşkê ya Aydinê bû û serdana jinên ku tûfîrengiyan berhev dikin kirin.    Jinên HDP’î armanca serdana xwe vegotin û diyar kirin ku li qrîza aborî ya li welat bi pandemiyê re mezintir dibe û di encamê vê de jî xizanî kûrtir dibe û herî zêde jin ji vê rewşê bi bandor dibin. HDP’iyan da zanîn ku ji ber van sedeman xwestine zehmetiyên ku jin di encama xizaniyê de dikişinin di cih de guhdar bikin.    PERÊ BAZARÊ DERNAKEVE   Jinên kedkar jî dan zanîn ku di saetên serê sibehê de zû bi dest kar dikin û ji ber meha Remezanê di saetên nîvro de dev ji kar ber didin. Jinan ku gotin ku karên dikin zehmet e û rojê bi 70 TL’yî dixebitin û perê wan têra wan danûstandina bazarê jî nake.    BI HEV RE TÛFIRENGIYA BERHEV DIKIN   Piştî sohbeta ku hat kirin, heyeta HDP’ê bi jinan re tûfirengiya berhev kir û bi wan re û wêneyek bîranînê kişand.    Wê herî dawî Heyeta HDP’ê derbasî navçeya Soke ya Aydinê bibe û bi jinên ku debara xwe bi çêkirina sepetan dikin re bê gelhev.