Pankarta ‘128 milyar dolar li ku ne?’ bi Meclîsê ve hat daliqandin 2021-04-15 15:07:21   ENQERE - Parlementerê CHP’ê Mahmût Tanal, pankarta ‘128 milyar dolar li ku ne?’ bi paceya odeya xwe ya li Meclîsê ve daliqand.    Piştî ku pankartên “128 milyar dolar li ku ne?” bi hêceta “Heqaret li Serokkomar hatiye kirin” hatin komkirin, Parlementerê CHP’ê Mahmût Tanal pankarta ‘128 milyar dolar li ku ne?’ bi paceya odeya xwe ya li Meclisê ve daliqand. Tanal, derbarê çalakiya xwe de wiha axivî: “Çi li vî 128 milyar dolarî kirin? Ji bo ciwanan xerc kirin? Ji bo bêkariyê biqedînin xerc kirin? Ez endamekî parlementoyê me. Mafê min ê ku pirsa vî pereyî bikim heye.” Polîsên ku hatin odeya Tanalê çalakiya xwe didomîne, xwestin pankartê rakin. Tanal, ji polîsan re got ku “Ez ê weke parlementerekê dê mudaxaleyî rakirina bi darê zorê ya pankartê bikim.” Pişt re ji bo ku pankart bê daxistin wesayîta agirkujiyê anîn pêş Meclîsê. Dûre Tanal bi xwe pankart rakir.