Gundên Lîcê di dorpêçê de ne 2021-04-15 15:18:17 AMED - Hat diyarkirin ku ji ber operasyona eskerî ya li çoltera Lîcê dewam dike, li herêmê liv û tevera helîkopterê, SÎHA û ÎHA’yê heye û drone li ser gundan tên firan. HDP’ê şandeyek şand herêmê.   Operasyona eskerî ya duh li hin gom û gundên Derxus, Huseynik û Karahasan ên girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê hatibû destpêkirin, dewam dike. Hat destnîşan kirin ku li cihên stratejîk û derdorên gom û gundan yekîneyên eskerî û maşîneyên zirxî hatine bicihkirin. Hat ragihandin ku liv û tevgereke zêde ya helîkopteran, Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) û Balafirên Hewayî yên Bêmirov (ÎHA) li herêmê heye. Hat diyarkirin ku ligel SÎHA û ÎHA’yan ên li herêmê digerin, esker her tim dronan li ser gund û goman difirînin.   3 KES DIBIN ÇAVAN DE NE   Hat aşkerekirin ku hîna jî destûra ketin û derketina gundan nayê dayîn, Eyup Ozkan ê duh li gundê Dêrxus di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, şivan Berat Alateyik (18) ê li goma Emînoglû ya girêdayî gundê Karahasan hatibû binçavkirin û kesekê ku navê wî nehat zanîn li Qereqol Eskerî ya Lîcê tên girtin.   Diyar Sûlûcan ê li gundê Dêrxus hatibû binçavkirin jî, di saetên şevê de serbest hatibû berdan.    OPERASYON DEWAM DIKE    Li gorî çavkaniyên herêmê, hat îdîakirin ku di şerê duh qewimî de, 2 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dan e.   HDP’Ê ŞANDE ŞAND HERÊMÊ   Şandeyeke ji Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn, rêveberên partiyê yên bajêr û navçeyan pêk tê, çû navçeya Licê. Li bendêye ku şandeya HDP’ê, derbarê operasyona li herêmê dewam dike, serdegirtinên malan, binçav kirin, welatiyên li wan hatin xistin û binpêkirinên mafan de, hevdîtinan bi welatiyên gund û goman re bikin.