Rêxistinên tenduristiyê bang li hikumetê kirin: Mirinan rawestînin 2021-04-15 15:30:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li çar aliyê Tirkiyê rêxistinên tenduristiyê bang li hikumetê kirin û gotin: “Em dev ji mafê xwe yên jiyanê bernadin, mirinan rawestînin.”    Rêxistinên tenduristiyê ji ber hejmara mirin û pêketiyên Kovîd-19’ê her roja ku diçe zêde dibin, li çar aliyên welat çalakî li dar xistin û bang li hikumetê kirin.    Odeyên Bijîşkan, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), Odeya Diransazan û rêxistinên civakî yên sivîl li bajarên wek Stenbol, Enqere, Îzmîr, Manîsa, Aydin, Edene, Mêrsîn, Antalya, Hatay, Riha, Mêrdîn, Wan, Amed û gelek bajarên din daxuyanî dan û bang li hikumetê kirin. Kedkar û rêxistinên tenduristiyê xemsariya hikumetê ya ji bo talûkeya şewbê her ku diçe zêde dibe rexne kirin û gotin: “Em dev ji mafên xwe yên jiyanê berndain. Êdî bes e mirinan rawestînin. Divê gavên pêwîst werin avêtin.”