Belavkirina petate û pîvazan bergiriyên şewbê ji holê rakirin 2021-04-15 16:34:31   MÊRDÎN - Li Qoserê, belavklirina petateyan a ji aliyê Wezaretê ve bergiriyên vîrûsa koronayê ji holê rakirin. Polîsan di hejra rû da de, piştî demekê mudaxileyî welatiyan kir.   Ofîsa Berhemên Axê ya girêdayî Wezareta Çandin û Daristanê, li navçeya Qoser a Mêrdînê petate û pîvazên bêpere belav kir. Di belavkirina petate û pîvazan de, heşir çêbû. Di dema belavkirinê de, hemû bergiriyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) tune hatin hesibandin û cih bi cih rageşî di navbera welatiyan derket. Piştî demekê polîs çûn cihê bûyerê û mudaxileyî welatiyan kirin.