Li Girtîgeha Aragan cezayê ragihandinê dan girtiyekê 2021-04-15 16:53:06   MELETÎ - Li Girtîgeha Tîpa T a Arganê, cezayê ragihandinê ji bo girtî Serdar Kose hat dayîn.   Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Argan Meletiyê, cezayê ragihandinê da Serdar Kose yê 6 mehin girtiye. Kose ji ber cezayê lê hatiye birîn, vê heftê nekarî li malbata xwe bigere. Hevjîna Serdar Kose Bihar Kose, têkildarî mijarê axivî û wiha bertek nîşan da: "Ez herî dawî di hefteya derbasbûyî de, bi hevjînê xwe re axivîm. Min ne dizanî cezayê ragihandinê dane hevjînê min. Xizmên hevalên hevjînê min ê qawîşê agahî dan min. Di hefteya derbasbûyî de, dema ku ez bi hevjînê xwe re axivîm ji min re got, 'li girtîgehê zext zêdene. Rê û rêbazên nîzamnî yên eskeriyê li ser me ferz dikin.' Ez nizanim çima ceza dane hevjînê min."   Kose, da zanîn ku wê li rayedarên girtîgehê geriyaye, lê derbarê cezayê ji bo hevjînê wê hatiye dayîn de, tu agahî nedane wê.