297 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-04-15 20:41:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 297 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 61 hezar û 400 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 297 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 62 hezar û 797 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 35 hezar û 31 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 4 milyon û 86 hezar û 957.