ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-16 09:00:00 * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku divê gelê kurd ji bo yekîtiyê zextan li siyasetê bike û got: “Yên ku ji daxwaza gel re astengiyan derbixin wê cihê xwe li nav sergoyê dîrokê bibînin.”  * Nihayet Metîn ku mih û bizinên xwe li quntarên Keleha Wanê diçêrîne, diyar kir ku li benda meha Gulanê ne ku bê û biçin zozanan.    * Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê berdana polîsê ku Kemal Kûrkût kuştibû de twîtek parve kiribû. Ji ber vê twîtê derbarê Orhanê de fezleke hat amadekirin.    * Şaredariya Mûşê ya AKP'î Xana Yildizliyê ya xwedî dîrokeke 700 salî, bi betonê restore kiribû. Cihên hatine restorekirin hildiweşin.    * Ayşe û Veysî Demîr ku 15 sal in kurê xwe Ferîdûn Demîr ê 28 sal in girtiye nedîtine, anîn ziman ku daxwaza wan, berî ku bimirin kurê xwe bibînin.   * Qeyûmê Dêrikê di sala 2018'an de bi 946 hezar TL'yî bazara heywanan ava kiribû û bi milyon û 366 hezar TL'yî jî navenda dexl û dan ava kiribû. Lê ji ber ku bi plansaziyeke şaş hatine çêkirin, nayên bikaranîn.    * Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin, anî ziman ku di bin navê "nûkirinê" de Kuçeya Hunerê di bin betonê de hatiye hiştin û projeya hatiye çêkirin projeyeke ji endezyarîtî, mîmartî, teknîk û estetîkê bêpar e.    * Seroka TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci, anî ziman ku ji ber nêzîkatiyên nezanistî yên îqtidarê yên di têkoşîna li dijî şewba Covîd-19'ê de, hejmara pêketî û miriyan pir zêde dibe û got: "Negirtina tevdîran, binpêkirina mafê jiyanê ye."    * Parêzerê malbata Şenyaşar endamê OHD'ê Bulent Dûran, anî ziman ku wekî ku gelek fîşekên hatine teqandin aydê Fadil Şenyaşar bin hatine nîşandan, lê belê bi krokiya ku çêkirine tawanbariyên bêbinî pûç kirine.    * Li navçeya Elkê ya Şirnexê Makbule Cîn a ku 23 sal in bi çêkirina berikan çanda jinan a destan didomîne dibêje: " Ev çandeke jinan e. Pêwîste ku jin xwedî li vê çandê derbikevin."   * Ji binesazên Peymana Stenbolê Ferîde Acar, diyar kir ku desthilatdarî hewl dide “Wekheviya zayendî ya civakî” weke talûke nîşan bide û parêzer Ekîn Baltaş jî, da zanîn ku desthilatdarî bi hinceta peyman “li dijî nirxên malbatê ye” dixwaze avê şêlo bike.    * Rêveberiya Zanîngeha ODTU’yê derenceyên ku xwendekaran bi rengên keskesor boyaxkiribûn bi rengê gewr boyax kirin. Xwendekarên ODTU’yê jî, bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: “Ger Verşan careke din vir boyax bike, em dîsa li vir in."   * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê wê di roja 39'emîn de berdewam bike.    * KESK têkildarî fesixkirina Peymana Stenbolê li navenda xwe ya giştî wê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.30)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li navenda partiya xwe dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * SES têkildarî pandemiyê û giştînameya Wezareta Tenduristiyê wê li navenda xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)