Berikên Gulsaryayê bi destê jinan tên hûnandin 2021-04-16 09:00:39 ŞIRNEX - Li navçeya Elkê ya Şirnexê Makbule Cîn a ku 23 sal in bi çêkirina berikan çanda jinan a destan didomîne dibêje: "Ev çandeke jinan e. Pêwîste ku jin xwedî li vê çandê derbikevin."  Di berê de heta niha weke her tiştekî di zindîkirina çand û hûnera kurdan de jî jin roleke girîng dilîzin. Berikên ku bi destê jinan tên çêkirin ji çanda destan a herî kevnar e. Çêkirin û xwedîderketina berikan a li herêmê mîrateyek girîng a çandê ye. Di herêmê de çanda kevnare di destê jinan de ji nû ve zindî dibe. Di berikan de ji xeynî fîgûrên kulîlk, dar û ajalan, dûpişk, devê gur, qurmê beranî, çengel, dest, şe û stêrk tên çêkirin. Heta ku motîfên weke çav jî hene. Beriya ev benik werin çêkirin, tayên wan bi boyaxa nebatan tên xemilandin. Pişt re jî ev benik bi destên jinan li tevnê dikevin û dikin berik.    Berikên Jirkî ango Gulsarya yê ku li navçe Elkê ya Şirnexê yek ji çanda herî kevnare ye û bi destê jinan tê hûnandin. Makbule Cîn (70) a ku li taxa Alîçavuşê rûdine 23 sal in berik çêdike û bi çêkirina berikan hem çanda kurdewarî diparêze û hem jî debara xwe dike.    BERIKA GULSARYA    Makbule Cîn bal kişand ser girîngî û wateya berika Gulsarya û wiha got: "Ez ji diya xwe fêrî berik çêkirinê bûm. Ez ev 23 sal in bênavber berikan çêdikim. Di destpêkê de ji ber ku debara min nedibû, min ev kar dikir, lê niha ji bo ku ev çanda kevnare wenda nebe ez dikim. Ez bi pîranî berikên sulsarya, gulbihar û sînanî çêdikim. Berikên Jirkî di eslê xwe de Gulsarya ne. Gulsarya jinek bû û ji Jirkîyan bû. Gulsaryayê jî di heman demê de berikan çêdikir. Berikên ku wê çêdikirin pir xweşik bûn. Rojekî ji wê dipirsîn û dibêjin 'Navê vê berikê çiye?' Ew jî jî dibêje 'Navê berikê tune ye, navê min Sarya ye ez ê navê berika xwe jî bikim Gulsarya'. Ji wê rojê heta roja me ya îro ji vê berikê re dibêjin Gulsarya. Li herêma me jî jê re dibêjin berikan Jîrkiyan."   JI HER NEBATEKÎ BOYAXÊN XWEZAYÎ   Cîn diyar kir ku çêkirina berikan ked û sebrê dixwaze û wan bi sebreke mezin ev çand heta roja îro anîne û got: "Bi rastî jî berik çêkirin karek pir zehmet e. Ji tiliyan bigirin heta ku serê mirov pir pê diêşe. Ez di serî de hiriyê dikirim. Pişt re dişom û pişt re jî vê hiriyê dirîsim. Pişt re em di ava boyaxa nebatan de dikelînin, hişk dikin û ji taikên reng û reng berikan çêdikin. Ji nebata pîvazê em rengê qehweyî çê dikin û rengê reş jî ji kabikên guzê çêdikin. Tenê çêkirina berika Gulsarya qasî mehekî didome. Ew jî heger mirov her roj çêbike. Hin kes hene di 3 mehan de jî nikarin berikek xilas bikin. Heger destê mirovî sivik be mirov dikare bike. Lê heger mirov dest giran be nikare zû xilas bike. Êdî ez hîn bûme û lewma zû çêdikim."    'EV ÇANDA JINAN E'   Makbule Cîn destnîşan kir ku heger çanda berikan neyê parastin wê tune bibe û bang li jinan kir ku xwedî li çanda dîrokî derbikevin. Cîn di dawiyê de wiha got: "Heger berik çêkirin nebe keyfa min tune ye. Dema ku ez çêdikim jî ez gelek kêfxweş dibim. Xelkê ji derve gelek qîmetê didin berikên ku em çêdikin. Lê herêma ku vê çandê didomîne qîmet nadê. Ez ji her derê re dişînim. Ev çandeke jinan e. Pêwîste ku jin xwedî li vê çandê derbikevin."    MA / Zeynep Dûrgût