Ji ber twîta derbarê Kemal Kûrkût de fezleke amade kirin 2021-04-16 09:00:42 ENQERE - Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê berdana polîsê ku Kemal Kûrkût kuştibû de twîtek parve kiribû. Ji ber vê twîtê derbarê Orhanê de fezleke hat amadekirin.  Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan, derbarê berdana polîsê ku Kemal Kûrkût kuştibû li ser hesabê xwe yê twitterê twîtek parve kiribû. Ji ber vê twîtê derbarê Orhanê de fezleke hat amadekirin.    Orhanê di 17'ê Mijdara 2020'an de ev twît parve kiribû: "Bi hinceta ku delîl kêm in polîsê ku #KemalKurkut kuştiye beraet kir. Ma hîn ê delîline çawa hebin! Helbet gava ê bikuje polîs be û yê ku bimire kurd be, cinayeta li ber çavê cîhanê hatiye kirin ne sûc e!"    Dozgeriyê ji bo parvekirina Orhanê gotiye "di warê kîn û dijminatiyê de gel tehrîk dike, ji bo cemaweriyê xetere ye" û fezleke bi vî awayî amade kiriye.    POLÎS BERAET KIR    Xwendekarê Beşa Muzîkê yê Fakulteya Ciwankariyê ya Zanîngeha Înonu ya Meletiyê Kemal Kûrkût, di sala 2017'an de ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibû Amedê. Gava xwestibû biçe qada Newrozê polîsan ew kuştibû. Di danişîna 12'an de doza derbarê kuştina Kûrkût de dadgehê derbarê polîs Y.Ş. de ku Kemal Kûrkût kuştibû, biryara beraetê dabû. Dadgehê ji bo vê biryarê gotibû, "delîl kêm in û ne qethî ne."    MA / Dîren Yûrtsever