Dixwazin berî mirinê kurê xwe yê 28 sal in girtiye bibînin 2021-04-16 09:00:45 RIHA - Ayşe û Veysî Demîr ku 15 sal in kurê xwe Ferîdûn Demîr ê 28 sal in girtiye nedîtine, anîn ziman ku daxwaza wan, berî ku bimirin kurê xwe bibînin.  Ayşe û Veysî Demîr ên 74 salî ku li navçeya Pirsûs a Rihayê dimînin, dixwazin kurê xwe Ferîdûn Demîr ê 28 sal in girtiye bibînin. Ferîdûn Demîr, ji bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û cezayê muebeta giran lê hatiye birîn. Niha di Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa L'yê de ye. Dê û bavê wî 15 sal in ew nedîtine.   Dayik Demîr, anî ziman ku kurê wê di 17 saliya xwe de hatiye girtin û got: "28 sal in girtiye. Porê wî spî bûye. Ji zû de ye me hev nedîtiye. Herî dawî 15 sal berê min ew hemêz kiribû."    ‘MIN PIR BÊRIYA KURÊ XWE KIRIYE'    Demîr, destnîşan kir ku ew û hevjînê xwe tev de nexweş in û ji ber vê nikarin biçin girtîgehê û got: "Min pir bêriya kurê xwe kiriye. Her cara ku tê bîra min digirîm. Hevjînê min jî digirî. Gava hat girtin, zarokên min hemû biçûk bûn. Niha hemû zewicîne. Em pir extiyar bûne. Em nikarin biçin girtîgehê. Pir dûr e. Em dixwazin wî bînin cihekî nêzî me. Ji ber ku nikarim biçim, pir li ber dikevim. Em 74 salî ne. Kurê min 28 sal e girtiye. Tu êş nema me nekişiandiye. Ma ne heyf e? Ma ne heq e, em kurê xwe bibînin? Edalet tune ye. Ev çi wijdan e."    Demîr, diyar kir ku tenê bi telefonê bi kurê xwe re diaxifin û got: "Di îşkenceyê de ew perîşan kirin. Diêşe. Dibêje, 'ez ê emeliyat bibim.' Lê wî nakin. Ji çavê xwe emeliyat bûye. Ji ber grevên birçîbûnê mîdeya wî tahl bûye. Niha ne di grevê de ye. Hevalên wî nexwestine têkeve grevê. 3 sal jê re mane. Heger em nemirin, em ê kurê xwe bibînin. Lê em dixwazin berî mirinê wî bibînin."    ‘EDALET TUNE YE'    Bav Veysî Demîr jî ku bi pençeşêrê ketiye, nikare pir biaxife. Bav Demîr destnîşan kir ku edalet nemaye û got: "Bawer nakim ku edalet hebe. Êdî bes e, bila kurê min berdin."    MA / Bariş Polat