2 projeyên qeyûm ên bi milyonan pere hatin çêkirin nayên bikaranîn 2021-04-16 09:00:45 MÊRDÎN - Qeyûmê Dêrikê di sala 2018'an de bi 946 hezar TL'yî bazara heywanan ava kiribû û bi milyon û 366 hezar TL'yî jî navenda dexl û dan ava kiribû. Lê ji ber ku bi plansaziyeke şaş hatine çêkirin, nayên bikaranîn.  Wezareta Karên Navxweyî cara ewil di sala 2016'an û cara dudoyan jî di 16'ê Mijdara 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Dêrikê ya HDP'î kiribû. Qeyûmê şaredariyê piştî hatibû tayinkirin li navçeyê du proje çêkiribû û ji bo van projeyan bi milyonan pere xecr kiribû. Lê her du projeyên wî jî nayên bikaranîn. Yek ji van projeyan bazara heywanan û ya din jî navenda dexl û dan bû.    BI MILYONAN ÇÊKIR, LÊ NAYÊN BIKARANÎN   Rêvebiriya qeyûm di sala 2018'an de projeya bazara heywanan bi 946 hezar TL'yî dabû ber îhaleyê û îhale dabû Şîrketa Doranê. Bazar di sala 2019'an de hatibû çêkirin, lê nehat vekirin. Ji lew re hem li cihekî şaş hatiye çêkirine hem jî plansaziya wê şaş e. Bazar qet nehatiye bikaranîn û niha binbanê wê diweşe.    Projeya din jî "navenda dexl û dan" bû. Qeyûm, ev proje jî di sala 2019'an de dabû ber îhaleyê. Îhale vê jî dabû heman şîrketê. Fiyetê îhaleyê milyo û 336 hezar TL bû. Proje di dawiya 2019'an de temam bûbû. Lê belê hîn jî nehatiye şixulandin. Ev jî li cihekî şaş û bi plansaziyeke şaş hatiye çêkirin. Dîwarê jî bi erdê ve çûne.    ‘JI BO RANTÊ'    Endamê HDP'î yê Meclîsa Şaredariya Dêrikê Mûrat Aslan jî anî ziman ku qeyûm sirf ji bo rant bi dest derdora wî bikevin îhale çêkirin û her du projeyên çêkirine niha hildiweşin.    MA / Ahmet Kanbal