Fîncanci: Negirtina tevdîran binpêkirina mafê jiyanê ye 2021-04-16 09:00:48 STENBOL - Seroka TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci, anî ziman ku ji ber nêzîkatiyên nezanistî yên îqtidarê yên di têkoşîna li dijî şewba Covîd-19'ê de, hejmara pêketî û miriyan pir zêde dibe û got: "Negirtina tevdîran, binpêkirina mafê jiyanê ye."  Îqtidara AKP'ê, di têkoşîna li dijî şewba Covîd-19'ê de ji dêvla tenduristiya civakê, polîtîkayên aboriyê esas digire û ev yek bûye sedema birînine xedar. Roja sêşemê Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan hin tevdîr ragihandibûn. Lê belê piraniya civakê ji bo van tevdîran dibêjin, tenê ji bo meha Remezanê ne.    Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, polîtîkayên îqtidarê yên derbarê şewba Covîd-19'ê de nirxandin.    ZÊDE BÛ    Fîncanci, bibîr xist ku li gor hejmarên fermî, hejmara pêketiyan a rojane li dor 60 hezarî ye, lê belê kesên testa wan nepozîtîf in lê semtomên wan ên Covîd-19'ê ne, daxilî van hejmaran nayên kirin. Fîncanci, diyar kir ku ji ber vê divê mirov hejmara tê ragihandin, du qatî bihesibîne.    BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ    Fîncanci, destnîşan kir ku divê mirov hejmarên tên ragihandin tenê wekî hejmara esas negire, li dû her hejmarê çîrokine mirovan hene û got: "Li dû van hejmaran xizmên wan mirovan, dostên wan û hezkiriyên wan hene. Yanî divê em ji bîr nekin ku em bi binpêkirineke mafê jiyanê re rû bi rû ne. Her tevdîra ku nayê girtin, binpêkirina mafê jiyanê ye. Û berpirsiyarê vê jî rêvebirên dewletê ne. Ê nikaribin xwe ji vê berpirsiyariyê xelas bikin."    DIVÊ PANTENTA AŞIYÊ BÊ BETALKIRIN    Fîncanci, ji bo nîqaşên derbarê aşiyê de jî diyar kir ku li Tirkiyeyê jî peydakirina aşiyê zehmet e û got: "Diviyabû zûzûka bihatan hilberandin, lê belê tenê bi patenta hin fîrmayan tê hilberandin. Ev jî têra cîhanê nake. Lewma divê patenta hin aşiyan bê betalkirin. Li Tirkiyeyê jî derfetên heyî bisînor in. Tenê aşiya sînovacê tê bikaranîn. Bandora vê aşiyê li gor ên din, hebikekî kêm e. Lê dîsa jî ne xirab e, bandora wê heye. Pêşî li ber nexweşînê û pêketinê nagire, lê gava mirov pê bikeve nahêle li mirov giran bibe. Ev bixwe jî tiştekî baş e. Lewam teqez divê mirov xwe aşî bikin."    NÊZÎKATIYÊN NEZANISTΠ   Fîncanci, destnîşan kir ku îqtidar gavên asayîbûnê li gor aboriyê pênase dike û got: "Covîd-19, randevûyê qebûl nake. Em nikarin li gor dîrokekê asayîbûnê diyar bikin. Gava hejmara pêketiyan zêde bûn, dest bi asayîbûnê kirin. Ev asayîbûneke bêkontrol bû. Zûzûka zêde bû. Rabûn li gor bajaran senifandinek kirin. Gotin, deverên bixetere, pir bixetere... Ev hemû bi xwe tiştine bipirsgirêk in. Dijî zanistê ne. Em bi nêzîkatiyên nezanistî re rû bi rû ne."   Fîncanci, anî ziman ku ji roja pandemî dest pê kiriye heya niha bi israr hişyarî û pêşniyarên xwe tînin ziman, lê belê esas nayên girtin. Fîncanci, diyar kir ku ji ber liv û tevgerine bêkontrol milet pir xizan bûye û got: "Mirov nikarin heqê kirêya xwe bidin. Nikarin heqê kirêya kargehên xwe, heqê fatûreyên xwe bidin û nikarin pêdiviyên xwe peyda bikin. Serîrakirina wan di cî de ye. Ji lew re tevdîrine li gor zanistê nehatin girtin. Divê gavine ji bo tevahiya Tirkiyeyê bên avêtin. A tê terîchkirin jî 28 roj e. Divê du xelek bin ku leza pêketinê dakeve biniya hezarî. Wekî din tu rêyeke tevdîrgirtinê tune ye."    MA / Îdrîs Sayilgan