Parêzerê malbata Şenyaşar: Bi krokiyê îdia hatin pûçkirin 2021-04-16 09:00:50 RIHA - Parêzerê malbata Şenyaşar endamê OHD'ê Bulent Dûran, anî ziman ku wekî ku gelek fîşekên hatine teqandin aydê Fadil Şenyaşar bin hatine nîşandan, lê belê bi krokiya ku çêkirine tawanbariyên bêbinî pûç kirine.  Beriya hilbijartina giştî, di 14'ê Hezîrana 2018'an de, li navçeya Pirsûs a Rihayê, wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz di dema serdana esnafan de serdana kargeha mala Şenyaşarê jî kiribû. Di vê serdanê de bûyerek çêbûbû û Celal û Adil Şenyaşar bi giranî birîndar bûbûn û wan rakiribûn nexweşxaneyê. Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar jî birîndar bûbûn. Ji malbata Yildiz jî Mehmet Şah Yildiz jiyana xwe ji dest dabû.   Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn, Wezîrê Çandiniyê yê berê Ahmet Eşref Fakibaba jî piştî bûyerê bi demeke kurt çûbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Gava Erîn û Fakibaba li nexweşxaneyê bûn, ji malbata Yildiz û Şîmşek jî gelek kes hatibûn nexweşxaneyê û li vir careke din êrîş birîbûn ser Celal û Adil Şenyarê birîndar. Di vê êrîşê de Celal û Adil Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn û bav Haci Esvet Şenyaşar jî gava ji bo zarokên xwe çûbû nexweşxaneyê li ber çavê hevjîna xwe Emîne Şenyaşarê hatibû lînçkirin û kuştin.    Dadgehê di 2'yê Nîsanê de 37 sal û 9 sal ceza li Fadil Şenyaşar û 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birîbû.    Parêzerê malbata Şenyaşar endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bulent Dûran, krokiya kargeha bûyer lê çêbûbû xêz kiriye û bûyerê bi her awayî vekolaye.    FÎŞEK    Dûran, anî ziman ku gava mirov li krokiyê mêze dike, derdikeve holê ku fîşekên ku dixin stuyê Fadil Şenyaşar, li gor pozîsyonê ne mimkun e ku aydên wî bin û got: "Gava em li krokiyê dinêrin, 5 derb bera gûzeka Adil Şenyaşar dane. Îbrahîm Yildiz, 6 derb berdane û Enver Yildiz jî 3 derb berdane. Bi giştî 14-15 fîşek hene. Gava em li vê krokiyê dinêrin, em dibînin ku Fadil jî du derb berdane. Lê 12 derban dixin stuyê Fadil. Li nuqteya 20, 21, 22 9 fîşekan dixin stuyê Fadil."   Dûran, bibîr xist ku di vekolîna ewil a cihê bûyerê de tê gotin ji 17 fîşekên hatine teqandin 7 jê yên polîsan e û got: "Lê em nizanin polîsan bera ku derê daye. Derbarê vê de tu dîmen tune ne. Fadil Şenyaşar, tenê 3 derbab berdide. Li devera ku ber didê jî birayê wî Ferît Şenyaşar heye û li wir Kenan û Suleyman Yildiz lê dixin. Abdûrrahman Yildiz û Mûstafa Yildiz jî ber wan sekinandî ne. Ew, her sê derban di vê kêliyê de ber dide. Tenê van fîşekan berdide. Lê di biryarê de tê gotin Fadil Şenyaşar Mehmet Şah Yildiz kuştiye, Abdûrrahman, Kenan, Suleyman, Nîhat û Mûstafa Yildiz jî birîndar kiriye. Her wiha îdia dikin ku Fadil bera milê xwe daye. Sirf ji bo ceza li Fadil Şenyaşar bê birîn, tiştên nehiqûqî tên kirin."    Dûran, destnîşan kir ku cezayê ji ber kuştina mirovan li Fadil Şenyaşar hatiye birîn ne rast e û got: "Tu dîmenek tune ye ku rasterast Mehmet Şah Yildiz hedef girtiye û ew kuştiye. Lewma nayê qebûlkirin ku ev li Fadil Şenyaşar bê barkirin. Dê ev yek çawa bihata tespîtkirin? Tenê li balastîkê. Ji bo vê jî çek divên. Sedema ku ev nayên tespîtkirin jî, Mehmet Şîmşek radihêje çeka Fadil Şenaşar. Paşê jî dibêje, 'winda bûye." Sedemek vê heye. Heger balastîka van fîşekan bihata kirin, dê derketa holê ku Fadil Şenyaşar ev qas fîşek bernedane. Û wê derketa holê ku Fadil Şenyaşar qesda kuştina Nîhat, Abdûrrahman, Suleyman Yildiz nekiriye."    JI BO MALA YILDIZAN BÊTAWAN BÊ NÎŞANDAN HATIN PEYWIRDARKIRIN    Dûran, destnîşan kir ku fîşekên ku niha li Fadil Şenyaşar tên barkirin, yek jê jî bi destê wî nehatine teqandin û got: "Em ferz bikin berdaye. Ev xweparastin e. Yanî em dibînin ku Adil Şenyaşar bi giranî birîndar bûye. Ji dêvla fîşekên di canê wî de bên etspîtkirin, radibin birîndariya hemû kesên li wir dixin stuyê Fadil Şenyaşar û ceza lê dibirin. Ev dijî hiqûqê ye." Dûran, da zanîn ku dadgeh xwestiye rojek berî rojekê dosyeyê biqedîne û got: "Dadgehê ji bo zûzûka dosyeyê ji stuyê xwe derxe biryar da û ev ceza li Fadil Şenyaşar birî. Ev ceza nayê qebûlkirin. Gelek şahid û gelek dîmen hene. Ji malbata Yildiz kesek jî nehat binçavkirin. Ev jî nîşan dide ku bê hêza îqtidarê çawa tê bikaranîn."    Dûran, anî ziman ku ya hatiye kirin wehşetek bûye û got: "Polîs û esker jî ji bo malbata Yildiz bêtawan bê nîşandan, hatine peywirdarkirin."    Dûran got: "Daxwaza me ev e; divê her kes bibe dengê vê neheqiyê. Ev cinayet, li dijî her kesî hatiye kirine. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û bitêkoşin."    MA / Lezgin Tekay