Ozturk: Yên ku ji yekîtiyê re bibin asteng cihê wan sergoyê dîrokê ye 2021-04-16 09:41:26 MÊRSÎN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku divê gelê kurd ji bo yekîtiyê zextan li siyasetê bike û got: “Yên ku ji daxwaza gel re astengiyan derbixe wê cihê xwe li nav sergoyê dîrokê bibîne.”  Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku didome û avakirina yekîtiya neteweyî ya kurdî ji ajansa me re nirxand.    'JI KURDAN DITIRSIN’    Ozturk da zanîn ku ew wek şandeya KCD’ê û DBP’ê li dijî neçareserkirina kêşeya kur dli gelek herêm û bajaran serdanên xwe didomînin û Tirkiye ji ber fobiya kurd dixwaze siberoja gelan tarî bike û ew jî van polîtîkayan teşhîr dikin. Ozturk anî ziman ku îqtîdar û dewlet ji kurdan ditirse û tu daxwaz û mafê kurdan qebûl nake.    ‘TECRÎDKIRIN TOLHILDAN E’    Ozturk bal kişand ser tecrîda girîngirî ya li ser Ocalan û wiha got: “Ev polîtîka bi gelên Tirkiyê dide windakirin. Hewldan û têkoşîna birêz Ocalan kurdan ji xewa mirinê şiyar kir. Ji ber vê yekê birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Îro birêz Ocalan ne wek şexsiyetekî tê tecrîdkirin, dixwaze kurdan tecrîd bike. Dewlet dixwaze kîn û tola ku birêz Ocalan gelê kurd ji xewê şiyar kiriye bistîne. Tecrîd ji dîrokê heta îro tê û ev tirsa ji gelê kurd e. Ji sala 1999’an ve tê tecrîdkirin. Tevî vê tecrîda girankirî jî ji bo Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi pêşniyaz û nêrînên xwe alîkarî kir. Birêz Ocalan rê naxetimîne ew rê ê vedike. Ne şer aştiyê parast. Ev rewş nayê hesabê hêzên emperyal û pepûkên wan. Ev hêz naxwazin fikir û felsefeya birêz Ocalan belav bibe û ji xwe re wek talûke dibînin. Lewma jî li dijî tecrîdê dernakevin. Sazî û dezgehên mafên mirovan ên Ewropayê jî durû tevdigerin û li ber tecrîdê ranabin. Em pir eşkere dibêjin tecrîda ku ji Îmraliyê dest pê kir, li tevahiya Tirkiyê belav bûye û heta nava mala me hatiye. Heke tecrîd rabe wê çalakiyên greva birçîbûnê jî bi dawî bibin. Ji bo daxwazên girtiyan werin qebûlkirin divê em tev bibin dengê girtiyan.”    ‘GELÊ ME JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ FERMANÊ DIDE ME’    Ozturk bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurdî û wiha got: “Tu bendewariyek gelê kurd di warê yekîtiya netewî de ji siyaseta kurd nîne, berevajî vê fermana wan ji bo yekîtiyê heye. Di demek wiha ku dijminatiya kurd derketiye asta herî jor, êrişên li ser destkeftiyên kurd zêde bûne, ji bilî avakirina yekîtiya neteweyî wek din rêyek heye gelo? Ji bo vê yekê jî fermana gelê me ji bo me siyaseta kurd heye. Berxwedan û xwedîderketina Kobanê ji bo avakirina yekîtiya kurdan mînak e. Ruhê yekîtiya neteweyî xwe di Kobanê de da nîşandan. Ruhê çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê gihîşt hev. Divê ev ruh were ba hev. Ev ruh xwe nîşanî Tirkiyê, Amerîka, Ewropa û tevahiya dinyayê da. Wextê ku berxwedanek bi hev re xwe nîşan bide pêdiviya me bi tu kesî nîne. Dema em bibin yek wê dewlet werin bi me re tifaqê çêkin. Ji ber vê yekê yekîtiya neteweyî ji bo me fermana gelê me ye. Divê em takekes nêz nebin. Tişta ku sedsala kurdan teşe bike jî yekîtî ye. Divê em bi awayên bîrdozî nêzî yekîtiyê nebin. Li dijî kurdan êrişên topyekûn hene. Pêwîste em kurd li dijî êrişan bibin yek û yekrêziya xwe ava bikin. Yên ku ji daxwaza gel re astengiyan derbixe wê cihê xwe li nav sergoyê dîrokê bibîne.”    MA / Mehmet Şah Orûç - Hamdullah Kesen