Li ODTU’yê têkoşîna boyaxkirina derenceyan: Em dîsa li vir in 2021-04-16 10:06:33   ENQERE - Rêveberiya Zanîngeha ODTU’yê derenceyên ku xwendekaran bi rengên keskesor boyax kiribûn bi renge gewr boyax kir. Xwendekarên ODTU’yê jî bertek nîşanî vê yekê dan û wiha gotin: “Verşan careke din vir boyax bike, em dîsa li vir in.”   Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Ortadogûyê (ODTU), di pêvajoya Berxwedana Geziyê de derence boyax kiribûn, rêveberiya zanîngehê jî rojên derbas bûyî derence bi rengê gewr boyax kirin. Xwendekarên ku bûyer şermezar kirin careke din derence bi rengê keskesorê boyax kirin. Lê rêveberiya ODTU’yê vê carê jî derence bi renge spî boyax kirin û li ser jî bi rengê sor “ODTU” nivîsand.   Xwendekaran bertek nîşanî rêveberiya ODTU’yê da û li ser hesaba xwe ya Twîtterê a bi navê “Divê ODTU bê parastin (ODTU Savûnûlmalidir)” wiha gotin: “Rêveberiya ODTU’yê ya ewil derenceyên bi rengê keskesor, bi rengê gewr pişt re sor û spî boyax kir niha jî bi rengê spî boyax kir û li ser jî bi stencilê ODTU nivîsand. Li dijî vê rika pêkenok gotina me nema û ji bo boyaxkirinê pereyê me jî…”   Rêveberiya ODTU’yê duh şev careke din derenceyên ku xwendekaran bi rengê keskesorê boyax kiribûn bi rengê spî boyax kir. Xwendekarên ODTU’yî têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn.   ŞERMEZARKIRINA BI RENGAN   Xwendekara pola 4’emîn a Beşa Plankirina Herem Bajêr a ODTU’yê Aşkin Kizilaslan israrkirina boyaxkirina derenceyên zanîngehê vegot. Kizilaslan rektorê ODTU’yê Mûstafa Verşan Kok weke “qeyûmê duyemîn” bi nav kir û wiha got: “Me bi hin pîvanan bertekên xwe nîşanî vê yekê didan. Piştî ku Melîh Bûlû tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin me çalakiyên xwe bê navber kirin. Esas bertekên me hinekê ji bo piştevaniya Zanîngeha Bogazîçiyê ne.” Kizilaslan, anî ziman ku boyaxkirina wan a derenceyan a bi rengê keskesor ji bo piştevaniya LGBTÎ+’yên di şermezarkirinên Bogazîçiyê de êrîş li wan tên kirine û wiha axivî: “Di bingeha rengan de bal kişandina ser kontrolkirina zanîngehan û zextên ser wan û banga bi dawî kirina pêkanînên antîdemokratîk a zanîngehan heye.”   ‘EM BI RENGÊN XWE LI VIR IN’   Kizilaslan da zanîn ku berxwedana Zanîngeha Bogazîçiyê hemû welat xistiye bin bandora xwe û got: “Me derence jî di vê çarçoveyê de boyax kirin. Carekê me nivîsa ODTU’ya bê qeyûm nivîsand. Her cara ku em boyax dikin, rektorê tayînkirî yê ODTU’yê Mustafa Verşan Kok ser rengên me digire. Em bi hemû rengên xwe li vir in.”   ‘EM Ê CAREKE DIN BOYAX BIKIN’   Xwendekarê Beşa Têkiliyên Navnetewî ya ODTU’yê Zeynel Kiyak jî diyar kir ku boyaxkirina derenceyan weke sembolekê lê hatiye û wiha got: “Elbet rektor careke din boyax bike em jî wê careke din bên vê derê û boyax bikin.”   ‘EM DÎSA LI VIR IN’   Kiyak da zanîn ku ODTU ji gelek zanîngehên din ên li Tirkiyeyê azadtir tê dîtin û wiha axivî: “Em bi boyaxkirina derenceyan dibînin ku bi dij derketineke çawa re rûbirû ne. Ev jî dide nîşandan ku cihên em dibêjin em azad in jî em ne azad in. Ji ber vê yekê li dijî vê divê em li kampus, amfi, tax, kolan û malên xwe xwedî li van nirxan derkevin. Verşan careke din vir boyax bike, em dîsa li vir in.”   MA / Hakan Yalçin