Mizrakli: Em ê Amedê ji dagirkirina qeyûm xelas bikin 2021-04-16 10:25:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku girtî ye, ji ber salvegera roja ku mezbate girt dîmenek parve kir û wiha got: “Em ê Amedê ji dagirkirina qeyûm xelas bikin.”   Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku girtî ye û qeyûm danîne şûna wî, ji ber salvegera roja ku mezbate wergirt li ser hesaba xwe ya medya civakî parvekirinek kir. Di vîdeoya ku li ser hesabê Mizrakli hatiye parvekirin kir de, ketina şaredariyê ya bi girseyî ya piştî mazbata girtinê û beşeke ji xebatên kiriye cih girt.    Mizrakli, di parvekirina xwe de wiha got:   “Rojbaş;   Ameda ku me di 16’ê nîsana 2019’an de ji dagirkirina qeyûman xelas kir, em ê careke din ji dagirkirina qeyûm xelas bikin. Em bi berxwedanê bi serketin, em ê dîsa serbikevin.  Amed Ya Me Ye.   #YaMeYe”