Lêpirsîna derbarê mirina girtî de bi dozvenekirinê encam da 2021-04-16 11:43:52   WAN - Derbarê lêpirsîna Îslam Kaya yê girtî ku tê îdiakirin xwe întîhar kiribû de biryara dozvenekirinê hat dayîn.    Îslam Kaya yê li Girtîgeha Wanê ya Tîpa M ku di 16’ê tebaxa 2019’an de hatibû girtin nexweş ketibû û wî sewqî nexweşxaneyê kiribûn. Hatibû îdiakirin ku Îslam Kaya li odeya nexweşxaneyê ji bo girtiyan hatiye veqetandin xwe ji odeyê avêtiye û întîhar kiriye. Derbarê Kaya de lêpirsîn hatibû destpêkirin û temam bû. Lêpirsîn li ser gilîkirina hevjîna Kaya, Meryem Kaya hatibû destpêkirin. Lêpirsîn ji sûcên “Kesekdin arasteyî întîharê kirin”, “Alîkarî kirin”, “bûye sedemê mirin a bi qisûr” û “kuştina bi qestî” hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê lêpirsînê de biryara dozvenekirinê da.