Hat îdiakirin ku zilamekî li Edeneyê xwe kuştî ye 2021-04-16 11:52:21   EDENE - Hat îdiakirin ku zilamekî li Edeneyê li hewşa mizgeftekê xwe kuştî ye.   Hat îdiakirin ku zilamekî li hewşa Mizgefta Sabanci ya Navendî ya Edeneyê xwe kuştî ye. Zilamê ku navê wî nehat zanîn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Dozger û polîsan li cihê bûyerê li ser cenaze lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê cenaze ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.