Gunay: Yên xwestin HDP’ê bigirin, li ser sûc hatin girtin 2021-04-16 12:12:37   ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bal kişand ser biryara hinceta derbarê îadekirina îdînameya têkildarîdarî girtina HDP’ê ya AYM’ê û got: “Mijarekê tenê jî HDP’ê sûcdar bikin, li holê tuneye. Ji ber vê bi dosyeya bi lez û bez û îdîayên bêbingeh amadekirin, li ser sûc hatin girtin.”    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya partiyê li dar xist de, mijarên di rojevê de nirxandin. Gunay, têkildarî salvegera referandûma 16’ê Nîsana 2017’an, ev nirxandin kir: “Bi ser vê werçerxa tarî ya ku AKP û MHP’ê ferzî welat kir re 4 sal derbas bûn. Gotin, ew ê welat bilind bikin, bifirînin, bi lez wê biryar bidin, dê darbe bi dawî bibin, wê demokrasî li welat pêş bikeve, lê va ye rewşa Tirkiyeyê li holê ye. Desthilatdariya mûtlaq a 4 salin dewam dike, di oxira qesran û seltenata xwe de, tu xirabiyek ne ma ku li vî welatî nekirin.”   ‘DEMOKRASIYÊ TUNE DIKIN’   Gunaya axaftina xwe wiha dewam kir: “Berî 4 salan me gotibû ku ji bo dizîtiya xwe ya desthilatdariyê welat ber bi zinaran ve dibin. Me hişyarî da bû. Mixabin em mafdar derketin. Kesên gotin ewê welat bifirînin, kaseya Bankeya Navendî firandin, demokrasî tune kirin, maf û azadî bin pê kirin û her roj qanûna bingehîn di eciqînin. Tişta ku herî bilez dikin, valekirina kaseyane, derbkirina demokrasiyê ye û qeyûm kirin weke rejîmekê. Di warê girtin, êrişkirin û zextên li ser mûxaletê de, kes bi wan re nagihêje. Ev 4 salin qanûna bingehîn ji holê rakirin e. Welat bi KHK’iyan, pergala OHAL’ê û bi bêhiqûqiyê bi rêve dibin. Tirkiye ber bi xizantiyek leztirîn ve birin. Di warê girtinên siyasî de Tirkiyey di rêza yekemîn de bi cih kirin. Ev pergala sosreta ya ku avakirin, berî ku dest pê bike, îflas kir. Êdî tu rewabûna vê pergala nemaye. Civaka ketiye xiloqa canê xwe. Roje berî rojekê dixwaze ji vê pergala xirab rizgar bibe. Civak guhertinê dixwaze. Ev daxwaza mafdar a gel ji bo me jî sedema hebûnê ye. Em ê destûr nedin ku ev pergala hîn zêdetir xirabiyan ferzî gel û civaka me bike.    DOZA GIRTINÊ   Duh Dadgeha Qanûna Bingehîn, biryara hincetê ya îadekirina îdîanameya derbarê girtina partiya me de, aşker kir. Bi vê îdîanemeyê, li holê tu sûcek tuneye. Armanca wan ew bû ku zexta siyasî li darazê bikin. Derbarê HDP’ê de, derewan dikin û bi vê dixwazin partiya me sûcdar îlan bikin. Mijarekê tenê jî HDP’ê sûcdar bikin, li holê tuneye. Ji ber vê bi dosyeya bi lez û bez û îdîayên bêbingeh amadekirin, li ser sûc hatin girtin.   Berê jî me gotibû. Bi sedan îdîanameyên bi beraetê û ne şopandinê bi encam bûne hene. Heta ji bo hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan jî, biryarên qedeyên siyasetkirinê dane. Lê em baş dizanîn ku hemû dosya bi zorê bi dozgeran hatine amadekirin. Plana li dijî partiya me siyasiye û divê ev dosye bêyî ku carekdin bê vekirin, bê girtin.   TECRÎD Û GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Di girtîgehên bûne navendên îşkencê û mûameleyên xirab de, 141 rojin girtî li dijî tecrîd û pêkanînên bêhiqûqî di greva birçîbûnê de ne. Bi hezaran girtî, bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Li vî welatî, hiqûq, edalet, wekhevî, nêzîkatiyên mirovî û azadiya mafan ji holê hatine rakirin. Girtî ji ber vê yekê di greva birçîbûnê de ne. Sereke daxwaza girtiyan ji holê rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalane. Tecrîda ku li tevahiya welat belav bûye, divê bê rakirin. Tecrîd, li dijî mirovahiyê ye û tu bingeheke wê ya hiqûqî tuneye.”