Fotografê Ozer ê ku Wezaretê gotibû ‘di operasyonê de hatiye kuştin’ dest kelemçekirî derket holê! 2021-04-16 12:32:11   AMED - Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû gotibû endamê HPG’ê Abdulsittar Ozer “di operasyonê de hatiye kuştin.” Di wêneyên Ozer ku derketin holê de li erdê serdevkî dirêjkirî, tazî ye û destên wî ji paş ve kelemçekirî ne.    Li çoltera navçeya Licê ya Amedê sê roj in operasyona eskerî tê birêvebirin. Li gorî daxuyaniya çavkaniyên fermî hat gotin du endamên HPG’ê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyên xwecihî jî derbarê operasyonê de îdiayek balkêş gotin. Çavkaniyan destnîşan kir ku di operasyonê de endamek HPG’ê sax hatiye girtin û pişt çi jê hatiye agahî bi dest nexistine. Vê îdiaya çavkaniyan di wêneyê li ser medya civakî hatiye belavkirin de piştrast dike.    EWILÎ SOYLÛ DAXUYANÎ DA    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Wezareta Karên Navxweyî pêr têkildarî operasyonê daxuyanî dan. Soylû li ser hesabê xwe yê Twitterê twîtek belav kir û diyar kiribû ku ji du endamên HPG’ê ku yek di “kategoriya porteqalî (turuncu kategorî)” de cih digire jiyana xwe ji dest dane.    Di daxuyaniya Wezaretê de jî hatibû gotin di operasyona ji aliyê tîmên taybet ve li herêma gundê Hiseynika navçeya Licê hatiye birêvebirin de du endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û yek ji wan Abdulsittar Ozer (Dara Zagros) e.    VÎDOYEK Û DU FOTOGRAF   Piştî van daxuyaniyan duh li ser hesabek medya civakî vîdoyek û du fotografên têkildarî operasyonê hatin belavkirin. Di vîdeoya hatiye parvekirin de cenaze di nava betaniyê de pêçandî ye û leşker çêra li cenazeyê HPG’yî dikin û pehînan lê didin.    DESTÊN WÎ JI PAŞ VE HATIYE KELEMÇEKIRIN!    Fotografên hatine belavkirin jî ji vîdeoyê ne cudatir e. Yek ji kesên di wêne de ew e ku di vîdeoyê de cih digire. Tê gotin fotografê din jî aydê endamê HPG’ê Abdulsittar Ozer e. Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên xwecihî bi dest xistin; di kêliya operasyonê de ji du endamên HPG’ê yekî di operasyonê de jiyana xwe ji dest daye û yê din jî sax hatiye girtin. Kesê ku çavkaniyên xwecihî jê re dibêjin sax e tê gotin ku Abulsittar Ozer e. Wêneyê Ozer ku di medya civakî de hatiye belavkirin serdevkî bi awayek tazî wî li erdê dirêj kirine û destên wî ji paş ve bi kelemçeya plastîk hatine kelemçekirin.    GELO HATIYE ÎNFAZKIRIN?   Piştî daxuyaniya wezaretê wêneyê ku hatiye parvekirin pirsa “Gelo Ozer bi saxî hatiye girtin û pişt re wî înfaz kirine?” tîne bîra mirovan. Çavkaniyên xwecihî ku girtina Ozer a bi saxî piştrast dikin, destnîşan kirin ku pişt re haya wan ji aqûbeta Ozer çê nebûye.