Li girtiyan lêgerîna tazî ferz kirin 2021-04-16 13:17:11   ŞIRNEX - Di Girtîgeha Sergirtî ya Hejmar 2 a Balikesîr a Bandirmayê de, li girtiyan lêgerîna tazî ferz kirin.    Li girtîgehên Tirkiyeyê li dijî girtiyan binpêkirina mafan û pêkanînên dij mirovahî didomin. Ferhat Acer ê ku li Girtîgeha Sergirtî ya Hejmar 2 aa Balikesîr a Bandirma dimîne, îro di hevdîtina bi telefonê ya  heftane de, ji malbata xwe re ragihand ku girtiyên nexweş ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirine ew nebirîne nexweşxaneyê.    Acer, bang li raya giştî kir ku li dijî van pêkanînan bêdeng nemîn in û bi hêstiyar tevbigerin.