Operasyona li Licê bi birîna daran didome 2021-04-16 13:41:40   AMED - 3 kesên ku di operasyona navçeya Licê ya sê roj in didome de hatibûn binçavkirin hatin berdan. Ji aliyê din hat zanîn ku li heremê birîna daran jî berdewam dike.    Hat îdiakirin ku operasyona di 13’ê nîsanê de li gundên Dêrxus, Huseynîk, Karahasan û mezrayên girêdayî wan ên navçeya Licê ya Amedê dest pê kiribû, bi dawî bû. Hat zanîn ku di saetên serê sibê de esker bi erebeyan ji heremê vekişiyan e û li gelek mezrayan birîna daran hatiye destpêkirin. Hat ragihandin ku di dema birîna daran de eskeran ji gundiyan re gotiye “Werin darên xwe yên hatine birîn bibin.”   KESÊN BINÇAVKIRÎ HATIN BERDAN   Li aliyê din Berat Alageyîk (18), Eyup Ozkan û welatiyekî ku navê wî nehat zanîn ê bi lêdanê beriya du rojan di serdegirtina malan de ji aliyê eskeran ve hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan hatin girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin, dozgeriyê piştî îfadeyê wan girt, jî her sê welatî berdan.