‘Girtiyê nexweş Gultekîn serbest berdin’ 2021-04-16 14:12:01   MÊRSÎN - ÎHD û OHD’ê, xwestin ku girtiyê nexweş Îsa Gultekîn demildest bê berdan.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Mêrsînê, ji bo serbest berdana girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dimîne, daxuyanî dan. Civîna çapemeniyê li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê hat lidarxistin. Parazvanên mafên mirovan û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrsînê Ridvan Tûran beşdarî civînê bûn.    Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê Gazî Încî, di civînê de axivî û wiha got: “Girtiyê nexweş Gultekîn li Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Meletiyê (DGM) hat darizandin û cezayê muebata giran lê hat birîn. Di kezeba Gultekîn de ûr heye. Gultekîn dibin şert û mercên xirab û giran ên di girtîgehê de, jiyana xwe dewam dike. Bi awayekê baş nayê dermankirin û ev mafê wî tê binpêkirin. Ji ber xemsariyê, nexweşiya Gultekîn lê giran bûye.   ‘EM DAXWAZA BERDANA WÎ DIKIN’   Încî, xwest Gultekîn bê berdan û wiha got: “Ji ber pirsgirêkên tenduristiya Gultekîn û cezayê wî bê taloqkirin serî li dozgeriya înfazê hat dayîn. Lê Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê rapora ‘dikare biçe nexweşxaneyê” da Gultekin. Ji bo ku Îsa Gultekîn bê dermankirin, divê cezayê wî bê taloqkirin û demildest bê berdan.”