Danişîna rojnamevan Orûç hat taloqkirin 2021-04-16 14:17:57   AGIRÎ - Danişîna doza rojnamevan Azîz Orûç jê tê darizandin, bêyî ku pêwendiya SEGBÎS’ê bê girêdan hat taloqkirin.   Rojnamevan Azîz Orûç di 11’ê kanûna 2019’an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatibû binçavkirin û girtin û di mijdara 2020'an de hatibû berdan. Muhammet Îkram Muftuoglû û Hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Abdûlah Ekelek jî bi îdiaya alîkariya Orûç kirine hatibûn girtin û di danişîna ewil de hatibûn berdan. Danişîna 4'emîn a doza Orûç, Muftuoglû û Ekelek li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat lidarxistin. Rojnamevan Orûç ji bo ku bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe bi parêzerê xwe re li Edliyeya Amedê amade bû.    Şandeya dadgehê beyî ku pêwendiya SEGBÎS’ê bê girêdan biryara xwe aşkera kir. Şandeya dadgehê ji bo ku kemasiyên dosyayê bên temamkirin, danişîn taloqî 10’ê îlonê kir.