Zarokê ku ket qenala avê winda bû 2021-04-16 14:59:16   RIHA - Îsmaîl Demîrcan ê 15 salî ku li navçeya Eyyubiyeyê ket qenala avê winda bû.   Îsmaîl Demîrcan ê 15 salî ku bi hevalên xwe re ket qenala avê ya li navçeya Eyyubiye ya Rihayê, winda bû. Li gorî agahiyan Demîrcan duh nîvro ketiye qenala avê. Hevalên wî hewl dane ku wî ji avê derxin lê nikaribûne wî derxin û Demîrcan winda bûye. Xebatên lêgerîna Demîrcan didomin.