EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em ê bibin şopînerê dozê 2021-04-16 15:20:56   RIHA – Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê Ûmût Yegîn, serdana malbata Şenyaşar kir û ev tişt got: “Heta ku sûcdar bên cezakirin em ê dozê bişopînin.”   Çalakiya nobetê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin, di roja 39’emîn de didome. Piştgiriyên ji bo Malbata Şenyaşar jî berdeam dikin. Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ûmût Yegîn û Komeleya Pirsûsiyan a Stenbolê serdana malbata Şenyaşar kirin.    ‘DARAZ BI FERMANÊ KAR DIKE’    Ûmût Yegîn, di serdanê de axaftin kir û da zanîn ku bi doza Malbata Şenyaşar dibînin ku daraz çawa bi fermanê kar dike û wiha got: “Ji bo ku em nîşan bidin li cem malbata Şenyaşar in em hatin. Heta ku edalet pêk were û sûcdar bên cezakirin em ê vê dozê bişopînin. Em ê vê qêrîna edaletê li her dera welat ji kedkaran re vebêjin.”   ‘PARTIYA WÎ JÎ QEBÛL NAKE’   Emîne Şenyaşar jî kêliyên êrişê vegot û ev tişt anîn ziman: “Ev edalet e? Me tenê zilmê dît û em edaletê dixwazin lê 3 caran em binçavkirin.” Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku rêvebrên AKP’a Rihayê jî qebûl dikin ku komkujî pêk hatiye û Malbata Yildiz naxwazin û tişta ku pêk hatiye qebûl nakin.    ‘PIRSÛSÎ QEBÛL NAKIN’   Serokê Komeleya Pirsûsiyan a Stenbolê Îzzet Kiliç jî ev tişt gotin: “Gelê Pirsûsê komkujiya pêk hatiye qebûl nakin. Komkujî li we hat kirin ceza jî dan we. Lê ceza nedan kesên komkujî kirin. Wê teqez rojekê edalet cihê xwe bibîne.”