AGÎT’ê derbarê 24 rojnamegeran de ji Tirkiyeyê agahî xwest 2021-04-16 16:52:14   STENBOL – AGÎT’ê nûçegîhanê me Mehmet Aslan û 4 rojnamerên ku îşkenceya helîkopterê derxistibûn holê û ji ber vê 6 mehan di girtîgehê de mabûn jî di nav de derbarê 24 rojnamegeran de agahî ji Tirkiyeyê xwest.    Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (AGÎT), derbarê pêvajoya lêpirsîn û darizandina rojnamegeran de agahî ji Tirkiyeyê xwest. Nûnera Azadiya Çapemeniyê ya AGÎT’ê Teresa Rîberîo, têkildarî mijarê ji Wezareta Edaletê re nameyek şand û derbarê 24 rojnamegeran de agahî xwest. Di nav rojnamegerên ku AGÎT’ê têkildarî wan agahî ji Tirkiyeyê xwestiye de nûçegîhanê me Mehmet Aslan; Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û nûçeyagîna Jinnewsê Şerîban Abi û rojnameger Nazan Sala ku îşkenceya helîkopterê ya li Wanê derxistibûn holê û ji ber vê 6 mehan di girtîgehê de mabûn jî hene.    Navê hemû rojnamegerên ku derbarê wan de agahî hatiye xwestin wiha ne: Mehmet Aslan, Zana Kaya, Eren Keskîn, Kemal Sancili, Înan Kizilkaya, Melis Alphan, Kazim Kizil, Erdînç Yilmaz, Mûrat Erkmen, Elîf Akgul, Fatoş Erdogan, Murat Bay, Nagîhan Yilkin, Ozan Acidere, Hrant Dink, Can Dundar, Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şerîban Abî, Nazan Sala, Hazim Ozsû,  Levent Gultekîn, Muyesser Yildiz    AGÎT’ê xwestiye ku nameya wê herî dereng di 20’ê nîsanê de bê bersivandin.    MA /Ferhat Çelîk