HDP’ê pirsgirêkên masîvanan guhdar kir 2021-04-16 16:56:37   MÊRSÎN - HDP’î di roja dawî ya Hevdîtinên Ekolojiyê de bi masîvanan re civiyan û pirsgirêkên wan guhdar kirin.    Rêxistina HDP'ê ya Mersînê, di çarçoveya Hevdîtinên Ekolojiyê de di roja dawî de masîvanên li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê ziyaret kir û pirsgirêkên wan guhdar kirin. Masîvanan, diyar kir ku îsal di girtina masiyan de kêmbûnek heye û anîn ziman ku sedemê bingehîn ê kêmbûnê, xebatên masiyan ên endustriyel û qirêjiya behrê ye. Masîvanan, da zanîn ku ji bo ev pirsgirêkên bingehîn bên çareserkirin sererastkirinên qanûnî têrê nakin û destnîşan kirin ku divê masîvan jî li gorî mewzûatê nêçirê bikin.    MASÎVAN QEZENÇ NAKE   Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran, diyar kir ji ber maliyeta lêçûnên zêde masîvan qezenç nakin û wiha got: “Pirsgirêkeke din Karadûvarê jî tesîsa hewayê sar a masîvanan lê nîne. Çawa masîyan derdixînin divê wisa bifiroşin. Di cih de neyê firotin wê xerabin. Dema wisa bû jî bihayê wan dikeve. Heke li vir depoya hewayê sar bê çêkirin wê esnafê masîvan zêdetir bazarê bike. Em ê derbarê vê mijarê de xebatên pêwîst bi rê ve bibin.”