5 sal derbas bûn, kiryarek jî nehatiye darizandin: Dosye ber bi yên kiryar nediyar ve tê şandin 2021-04-17 09:02:24   WAN - Dosyeya Remziye Bor şandin AYM'ê. Hevjînê wê Îrfan Bor, destnîşan kir ku doza edaletê dikin û parêzerê wê Veysî Guneş jî got: "Dosye ber bi nav yên kiryar nediyar ve tê şandin." 5 sal berê Polîsan avêtibû ser mala Remziye borê û ew kuştibûn.    Li Taxa Hacibekir a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, di 19'ê Nîsana 2016'an de polîsan avêtibû ser mala malbata Borê. Li malê Remziye Bor a ducanî (7 meh û nîv) bi giranî birîndar kiribûn û di 17'ê Gulanê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Di 2'yê Kanûna 2016'an de jî derbarê Borê û hevjînê wê Îrfan Bor de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hatibû amadekirin û li hevjînê wê Îrfan Bor 7 sal û 6 meh ceza hatibû birîn. Heya niha kiryarek jî nehatiye darizandin.   Malbata Borê jî di 6'ê Sibata 2017'an de bi rêya parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Wanê giliyê polîsan kiribû. Piştî ku guh li giliya wan nehatibû kirin vê carê parêzeran di sala 2019'an de li aqûbeta serlêdana xwe pirsîbûn, lê belê ji wan re hatibû gotin ku ewraqên wan winda bûne.    SERÎ LI AYM'Ê DAN    Vê carê jî parêzeran di 22'yê Tebaxa 2019'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dabûn. Dozgeriyê di Kanûna 2020'an de derbarê lêpirsînê de biryara "neşopandibê" dabû. Piştî vê biryarê parêzeran serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Wanê dabû. Dadgeriyê jî di 8'ê Sibata 2021'ê de îtiraza wan red kiribû.    Piştî vê parêzeran bi hinceta "binpêkirina mafê jiyanê" û "darizandineke adil" serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan.    Parêzerê malbata Borê Veysî Guneş, pêvajoya hiqûqî nirxand.    ASTENGÎ   Parêzer Guneş ku got "Komara Tirkiyeyê veguheriye bihuşta kiryar nediyaran" anî ziman ku nêzî 5 sal in ji bo zelalkirina bûyera Borê hewl didin. Guneş, destnîşan kir ku têkoşîna wan a hiqûqî li "dîwarên edliyeyê diqelibe" û ji ber helwesta hişk a darazê hewldanên wan pûç dibin. Guneş got: "5 sal derbas bûn û heya niha me 6 caran serî li dadgehê daye. Me xwest lêpirsîn bê berfirehkirin. Lê daxwaza me esas nayê girtin. Herî dawî me serî li AYM'ê da."    DAXILÎ NAV YÊN KIRYAR NEDIYARAN DIBE    Guneş, destnîşan kir ku ji bo rastî aşkere bibin dozgeriyê tu tiştek nekiriye ûg ot: "Mirina Remziye Borê, asas mînakeke komkujiya li hemberî gelê kurd û jinên kurd e. Em bi pêvajoeke nelêprisînkirinê re rû bi rû ne. 3 serlêdanên me li edliyeyê winda bûn. Di serlêdana dawî de biryara neşopandinê dan." Guneş, anî ziman ku daraz dixwaze bûyera Remziye Borê jî wekî gelek bûyerên din daxilî nav dosyeyên "kiryar nediyar" bike û got: "Ê biryara AYM'ê girîng be. Heger AYM biryara 'nayê qebûlkirin' bide, dê dosyeya Remziye Borê jî têkeve nav ên kiryar nediyaran. Li gor me Remziye Bor bi çeka polîsan hatiye kuştin. Divê ev bi biryara dadgehê jî bê îspatkirin. Lê em dibînin ku meqamên lêpirsînê ji bo vê ne wêrek in."    Guneş, bilêv kir ku li bendê ne ku AYM biryareke erênî bide û got: "Çimkî tiştên hatine kirin dijî hiqûqê ne. Heger AYM beriveke neyînî bide, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Remziye Bor, tenê ne jinek bû. Dayikek bû û kurd bû."   Guneş, anî ziman ku heke bivê dê serî li DMME'yê jî bidin.    HEVJÎNÊ WÊ LI BENDA EDALETÊ YE    Hevjînê wê Îrfan Bor jî got: "Di şexsê Remziyeyê de jinên cîhanê hemû hatin kuştin." Bor, destnîşan kir ku dê dev ji têkoşîna xwe ya hiqûqî bernedin û dê bilêvkirina "terorîst" a ji bo hevjîna wî hatiye gotine qebûl nekin. Bor, destnîşan kir ku hevjîna wî hatiye kuştin û di şexsê wê de ji bo hemû jinan doza edaletê dikin. Bor got: "Heger jin azad nebin, dê civak jî azad nebe. Jiyana Remziyeyê binpê kirin. Di şexsê Remziyeyê de jin hemû hatin kuştin. Remziye bi awayekî bêedaletî hat kuştin."    MA / Mujdat Can - Ozlem Yayan