Rojnameya Atilimê kirin mijara sûc! 2021-04-17 10:09:05   EDENE - Derbarê endamê ESP’ê Omer Temel de ji ber Rojnameya Atilimê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin.    Endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Omer Temel di Newroza Edeneyê ya ku 21’ê Adarê de hatibû pîrozkirin, bi hêceta Rojnameya Atilimê pê re hebû hatibû binçavkirin û pişt re bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Derbarê Temel de îdianame hat amadekirin. Temel li ser îtîrazê di 1’ê nîsanê de hatibû berdan.    Di îdianameyê de hat îdiakirin ku bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” lêpirsîn hatiye vekirin lê di encama delîlên hatine bi dest xistin sûcê “endamtiya rêxistinê” pêk hatiye. Dozgeriyê 30 heb Rojnameyên Atilimê yên bi dîroka 12 adar 2021’ê û pirtûkên ku dema lêgerînên di mala wî de dest danîn ser weke delîlên sûc nirxandin.     Di îdianameya ku hin nûçeyên rojnameyê jî weke sûc hatine dîtin de tê îdiakirin ku Temel “Di nava rêxistina MLKP/HBDH de cih digire.” Di îdianameyê de cih da van gotinan: “…delîlên ku li ser navê rêxistinê xebat kirine nehatin dîtin lê hat fêmkirin ku gumanbar bi firotina weşanên rêxistinê pere bi dest dixe û ji rêxistinê re dişine, alîkariya rêxistine kiriye ku xebatên xwe berdewam bike û bi xwestin û zanebûn alikariya rêxistinê kirinê sûc kiriye.”   Piştî ku îdianame ji aliyê 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ve hat qebûlkirin wê danişîna dozê ya ewil di 17’ê hezîranê de bê lidarxistin.   MA / Hamdullah Kesen