Nahît Eren: Baroya Amedê henaseya gelê Kurd e 2021-04-17 10:11:36   AMED - Serokê Baroya Amedê yê nû hat hilbijartin Nahît Eren, diyar kir ku li herêmê cînayeta Tahîr Elçî û li rojava girtina Osman Kavala destpêka zextên li ser STO’yan bû û got: “Baroya Amedê henaseya gelê Kurd e. Wê rêxistinbûya civaka sîvîl a bi bandor û bi hêz ji nû ve derbixe holê.”   Baroya Amedê di dawiya hefteyê ya derbasbûyî de Kongreya Asayî ya 47'an li dar xist. Di hilbijartina hat kirin de ji bo serokê baroyê Nahît Eren hat hilbijartin. Eren, pêvajoya kongreya giştî, rol û mîsyona Baroya Amedê û helwesta wê ya li dijî binpêkirinên mafan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.   Eren, diyar kir ku ji ber giştînameya Wezareta Karên Hûndir a pendemiyê, hilbijartinên baroyan 6 mehan hatin taloqkirin û wiha axivî: “Di Baroya Amedê de, 3 serokan namzetên xwe danîbûn. Konreyên giştî yên Baroya Amedê, ne cihê qezenckirin û windakirinê ye. Her tim mîna dewrgirtina alekê ye. Em jî dixwazin mîna serokên xwe yên berê xwedî li vê ala Baroya Amedê derkevin. Em neçarin jî vê yekê bikin. Ev çanda Baroya Amedê ye. Mîrateya ji bo me ma ye jî wihaye.”    Eren, bi bîr xist ku hejmera nûnertiya baroyê ji 7 zilam, 3 jinan pêk tê û wiha got: “Bêguman me dixwest hîn zedetir hempîşeyên me yên jin û nûnertiya jinan a di lijneya me ya rêvebertiyê de cih bigirin, lê nebû. 5 namzetên jin hebûn. Lê mixabin tenê 3 ji wan hatin hilbijartin. Lijneya rêveberiyê ya ji bo Baroya Amedê hat hilbijartin, duh derbarê dîwana serokatiyê de jî biryar girt. Ji bo Alîkariya Serokê Baroya Amedê niha Zûhal Işik e.”    Eren, têkildarî aliyê civaka sîvîl a Baroya Amedê ev nirxandin kir: “Qanûna Parêzertiyê, baroyan weke rêxistina pîşeyî pênase dike. Hema qanûn berpirsiyartiya parastina mafên mirovan û hiqûqê dide baroyan.”   MUDAXILEYÊN SER BAROYÊ   Eren, da zanîn ku bi zêdebûna fakûlteyên hiqûqî re, pirsgirêkên pîşeyî jî zêde dibin û wiha bilêv kir: “Baroya Amedê, ne tenê bi pirsgirêkên pişeyî re eleqedar dibe. Di heman demê de, di warê rêxistinên civaka sîvîl de jî berpirsiyariyên me yên cîdî hene. Baroya Amedê, di pêvajoyên pir zor re derbas bûn. Bi taybetî Serok Tahir Elçî, li vî bajarî ji bo aştiyê û parastina mîrateya çandê gelek têkoşiya. Herî dawî, dema ku banga aştiyê û xwedî derketina mîrateya çanda dîrokî dikir, hat qetilkirin. Me jî niha berpirsiyartiya baroyeke ku gelek bedel dane, girt ser milê xwe.”   DESTPÊKA ZEXTAN   Ji bo zextên li ser rêxistinên civaka sîvîl jî Eren, ev nirxnadin kir: “Zextên li ser rêxistinên civaka sîvîl bûn sedem ku bandoriya xwe winda bikin. Sedama vê jî polîtîkayên desthilatdariyê ne. Mixabin li Tirkiyeyê, xebatên civaka sivîl ji holê hatine rakirin. Li herêmê cînayeta Tahîr Elçî û li rojava girtina Osman Kavala destpêka zextên li ser STO’yan bû. Ev zext hîna jî dewam dikin. Ji bo ku ew rihê berê ji nû ve bê zindîkirin, Baroya Amedê berpirsiyartî daye ser milê xwe.”   AXA MIRÎ   Eren, da zanîn ku baro wê ji nû ve binpêkirinên mafan ên li herêmê bike rapor û bi raya giştî re parve bike û wiha pê de çû: “Baroya me wê bi taybetî li Kurdistanê, têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên ne cezakirin û binpêkirinên mafan ên pir zêdene, dewam bike. Li herêmê gelek kes hêza xwe ya çemawerî bi kar tînin. Em dibin şahidê gelek bûyerên wiha. Di vî warî de, gelek hêvî hene. Bi rastî jî, li seer rêxistinên civaka sîvîl axeke mirî heye. Bawer bikin, wê Baroiya Amedê, cardin hêza rêxistinên civaka sivîl derbixe holê.”   HENASEYA KURDAN E   Eren, da xuyakirin ku li Tirkiyeyê bajarê herî zêde, civaka sîvîl lê heye Amed e û wiha got: “Pêdiviya gelê Kurd, Kurdistanê bi Baroya Amedê heye. Baroya Amedê ya bi hêz, di heman demê de henaseya bi hêz a gelê Kurd e. Baroya Amedê li dijî hemû binpêkirinên mafan ên li herêmê dengê xwe bilind dike û bi parastina civakê baweriyê dide avakirin. Ez wiha ji Serok Tahir Elçî fêr bûm. Ezê heya dawiyê hewl bidim ku misyona xwe bi cih bînim. Baroya Amedê ligel hemû kesên ku rastî bêmafiyan tên cih digire. Divê gelê Kurd, hemû parêzer û hiqûqas vê yekê baş zanibin, Tahir Elçî ne li mala xwe û serê wî ser balifê jiyana xwe ji dest da. Dema ku misyona xwe bi cih di anî û di çalakiyê de bû hat qetilkirin. Em ê tu carî vê ji bîr neklin. Îro em bi navkî li ser wê qoltixî rûdinin, lê ew qoltix heya ebediyê dê yê Serokê Tahir Elçî be. Em ê tu carî ji wê sekna bi hêz, tawîzan nedin. Em tu carî natirsin.”    MA / Mehmet Erol