Şahîn ê 30 sal in girtî ye rastî astengiya 'Halê nebaş' hat 2021-04-17 11:27:19   ENQERE - Fahrettîn Şahîn ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bolu dimîne, piştî nirxandina di çarçoveya "Qanûna înfazê de" bi hinceta "Halê baş tune" nehat berdan.    Girtî Fahrettîn Şahîn ê 52 salî ku 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dimîne, diviyabû di 16'ê Nîsanê de bi şert bihata berdan. Lê bi hinceta biryara Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê ya "Halê baş tune" nehat berdan. Piştî Yasaya Înfazê ku di 1'ê Çile de Meclîsê erê kir û ket meriyetê, xala "Nirxandina Halê Baş" ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê ve tê kirin. Piştî "Qanûna Înfazê" rêveberiya girtîgehê bi hinceta "Halê baş tune" Fahrettîn Şahîn berneda.     'CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ TUNE'    Lijneyê li ruxmê gelek "halê baş" hebûn jî di encama nirxandinê de biryara "Halê baş tune" nivîsand û rê li pêş berdana Fahrettîn Şahîn ê 30 salin girtî ye girt. Lijneyê di nirxandinê de wiha got: "Dema dosya kes li ber çavan tê girtin, gefan li jiyana saziyê dixwe, tahrîk dike û xwedî tevgerên pevçûn û zorê ye. Saziyê da zanîn ku herî dawî di sala 2017'an de cezayê dîsîplînê girtiye û piştre cezayê dîsîplînê negirtiye.    ROJA TAHLIYEYÊ FÊR BÛ    Têkildarî rewşê parêzerê Şahîn Ozgur Erol û biraziya Şahîn, Nejbîr Aydogan, ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivîn. Prz. Erol, anî ziman ku ji bo karê tahliyeyê çûn girtîgehê û piştî çûn girtîgehê biryara Saziya Înfazê fêr bûne. Erol, anî ziman ku biryar ne bi wî û ne jî bi muwekilê wî Fahrettin Şahin re parve kirine û wiha got: "Dema lijneyê ev biryar stendin, tu agahî nedane Şahîn. Der barê îdeayan de bi Şahîn re ne axivîn û biryar dane. Şahîn îro bi min re biryar bihîst. Mirovekî 30 salin girtî ye. Mirov nizane vê biryarê û helwestê çawa pênase bike."    ‘BIRYARA KEYFÎ YE'    Erol, da zanîn ku astengiya li pêş berdana bi şert a Lijneyê biryarek keyfî ye û wiha got: “Ji ber ku xwest odeya wî bê guhertin, çawa dikarin bêjin di nava rêxistinekê de çalak e. Em dipirsin ma hûn saziya darazê ne? Eger ku tu erka we tune be çi qîmeta fikra we ya vê derbarê heye. Ji ber vê yekê biryara lijneyê biryarek keyfî ye. Kesekî 30 sal in girtî ye, ji ber vê biryarê dê 6 mehên din girtî bimîne. Ev biryarek keyfî ye. Em ê şopdarê vê yekê bin."    Erol, herî dawî destnîşan kir ku nirxandina "Halê baş" zêdetir li ser girtiyên siyasî tê sepandin û wiha bi dawî kir: "Bi vê biryarê mafê girtiyan xezp dikin. Li vir bê hiqûqî heye. Li gorî xala 7'an a TCK'ê girtî piştî ceza lê hat birîn cezayên din li ser nayên zêdekirin. 30 sal in girtî ye û li gorî zagona 3 meh berê ketiye meriyetê biryarê didin. Li dijî hiqûqê biryara tahliyeya bi şert a Fahrettin Şahîn asteng kirine."    MA / Zemo Aggoz