Ozer ê gotin hatiye 'kuştin' li nexweşxaneyê ye 2021-04-17 11:41:44 AMED - Hat hîn bûn ku Abdulsittar Ozer ê HPG’î ku wezaretê gotibû di operasyoneke eskerî de jiyana xwe ji dest daye û pişt re wêneyên wî yên ku birîndare derketibûn holê, li nexweşxaneyeke Amedê tê dermankirin.    Operasyona di 14’ê nîsanê de li gundên Dêrxus, Huseynîk, Karahasan û mezrayên girêdayî wan ên navçeya Licê ya Amedê dest pê kiribû, berdewam dike. Têkildarî operasyonê Wêzîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû li ser hesabên xwe yên medya civakî derbarê 2 HPG’iyên jiyana xwe ji dest dan de, hin daxuyanî dabûn.    Lê, derket holê ku di wêneneyên duh li ser hesabên medya civakî hatibûn parvekirin de, ji 2 HPG’iyên hatibû gotin ku jiyana xwe ji dest dane, Abdulsittar Ozer ji aliyê eskeran ve hatiye dîlgirtin û bi awayekê destê wî paşve kelepçekirî wêneyê wî hatine kişandin.   SERLÊDANA DOZGERIYÊ   Malbata Ozer di roja operasyonê ya duyemîn de ji Wanê hat Amedê, serî li Fermandariya Cendermeyan a Amedê da û aqûbeta Ozer ê HPG’î pirsî. Malbata ku tu agahî negirtin, bi îdiaya ku Ozer jiyana xwe ji dest daye, ji bo testa DNA’yê bidin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.    DOZGERIYÊ AGAHÎ DA   Piştî ku ji bo dayîna testa DNA’yê kirarî hatin destpêkirin, parêzerên malbata Ozer bi dozger re hevdîtin kirin. Dozgerê rayedar, agahî da ku Ozer ê HPG’î jiyana xwe ji dest nedaye, bi awayekî birîndar hatiye girtin û li nexweşxaneyê tê dermankirin.    DAXWAZA HEVDÎTINÊ   Malbat û parêzeran ji bo bi Ozer re hevdîtinê bikin serî li dozgeriyê dan, lê dozgeriyê daxwaza wan bi hêceta ewlehiyê red kir. Parêzeran li ser vê yekê ji bo ku bi Ozer ê HPG’î re hevdîtinê bikin serî li Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar dan.    MALBAT: AGAHIYÊ NADIN   Birayê Ozer Îbrahîm Ozer, diyar kir ku têkildarî rewşa tenduristiya birayê wî û li kîjan nexweşxaneyê tê dermankirin, agahî nedane wan û anî ziman ku li benda encama serlêdana dadgeha nobedar in.   DÊ BIBIN LICÊ    Hat diyarkirin ku Ozer ê HPG’î yê ku nehat zanîn li kîjan nexweşxaneyê tê dermankirin, dê piştî dermankirinê bibin Fermandariya Cendermeyan a Licê.