Kolberek bi îşkenceyê hat kuştin 2021-04-17 12:51:26 WAN - Hat îdiakirin ku eskeran li sînorê navçeya Ebexê û Îranê kolberê bi navê Hesen Keçelano yê bavê 3 zarokan bi îşkenceyê kuştine.   Di sînorê Wan û Îranê de kuştin, birîndarkirin û îşkenceyên ku faîlên wan esker in, her ku diçe zêde dibin. Herî dawî hat zanîn ku duh ji ber îşkencekirinê kolberekî ku bazirganiya sînor dike jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye. Li gorî îdiayan kolber Hesen Keçelano (35) û Behnam Semedî yên ji Rojhilatê Kurdistanê, duh li gundê Şêxsicih ê navçeya Ebexa Wanê yê nêzîkî sînor, ji aliyê eskerên Trikiyê ve hatine girtin û îşkencekirin.   Ji ber îşkenceyê, ruyê Semedî di nav xwînê de ma û di laşê wî de gelek birînên kûr çêbûn. Kolberê din Hesen Keçelano yê bavê 3 zarokan jî ji ber îşkenceya lê hat kirin jiyana xwe ji dest da. Pişt re eskeran li gel cenazeyê Keçelano, Semedî jî danîn ser xeta sînor.    GUNDIYAN BÛYER PIŞTRAST KIR    Xizmên kolberan jî ev îdia piştrast kirin. Xizmekî kolberan ê ku em pê re axivîn wiha got: “Piştî ku Semedî hat gund em li gel eskerên Îranê çûn cihê ku cenaze lê ye. Li ser vê yekê eskerên Îranê, gazî eskerên Tirk kirin ku bên cihê cenaze lê ye. Eskerên Îranê gotin ‘Ji ber îşkence li vî cenazeyî hatiye kirin em nikarin bigirin'. Bi awayekî hiqûqî di deriye sînor de derbas bikin. Li ser vê yekê eskerên Tirk cenaze girtin û birin.” Welatiyekî ku li gundê Şêxsicih dijî jî diyar kir ditiye ku eskerên li Qereqola Sedat Nezîh Ozok peywîrdarin her du kolber birine.