62 hezar û 606 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin 2021-04-17 20:29:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 288 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 62 hezar û 606 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 288 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 62 hezar û 606 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 35 hezar û 608 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 4 milyon û 212 hezar û 645.