'Wisa biçe dê xebatên aşiyê heya dawiya 2022'yan dewam bikin' 2021-04-18 09:00:53 ENQERE - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Kazim Dogan Erogûllari, anî ziman ku xebatên aşîkirinê sist in û dibe ku heya dawiya 2022'yan dewam bikin û got: "Aşî, mafek e. Lewma divê bêheq û zûzûka bigihê her kesî."  Li Tirkiyeyê her diçe hejmara pêketiyên şewba Covîd-19'ê û kesên ji ber wê dimirin zêde dibin. Pispor ji bo pêşîlêgirtinê bal dikişînin ser mesafeyê, bikaranîna maskeyê, paqijiyê û aşîkirin. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Bijîşk Kazim Dogan Erogûllari, xebatên aşîkirinê û asta heyî ya di warê şewba Covîd-19'ê de nirxand.    XEBATÊN AŞIYÊ SIST IN   Erogûllarî, anî ziman ku li Tirkiyeyê xebatên aşîkirinê pir sist in û heya niha herî zêde ji sedî 10'ê civakê doza dudoyan a derziyan li xwe xistiye. Erogûllari got: "Aşî di 15'ê Çileyê de dest pê kir. Nêzî 3 meh derbas bûne. Lê hê jî li Tirkiyeyê hejmara aşiyê 19 milyon doz e. Nêzî 7 milyon û nîvê vê doza dudyan e. A mayî jî doza yekê ye."    Erogûllari, destnîşan kir ku a grîng rêjeya aşîkirinê ye û divê li dor ji sedî 70'yê civakê bê aşîkirin û got: "Ji bo vê jî pêdivî bi 120-130 milyon derziyan heye. Lê li gor gotinên Wezîrê Tendurisstiyê, derziyên hatine Tirkiyeyê 26 milyon Cinovac û çend milyon jî Biontech in."    Erogûllari, anî ziman ku li Tirkiyeyê xebatên aşîkirinê di biniya kapasîteyê de ne û got: "Em dikarin li navendên tenduristiyê yên malbatan, li nexweşxaneyan û li midûriyetên tenduristiyê yên navçeyan rojê 2 milyon doz aşî bikin. Lê gava nû ewilî dest pê kiribû rojê li dor 250 hezarî dihat kirin. Her çû ev hejmar kêm bû. Diviyabû me ev di 4 mehan de biqedanda, lê wisa xuyaye dê 2 salan dewam bike. Heger wisa biçe, dê xebatên aşîkirinê ancax di dawiya 2022'yan de biqedin. Yanî pir sist û xirab e. Di peydakirina aşiyê de pirsgirêk hene. Gelek sedemön vö hene; abori, sıyasi..."    'AŞÎ MAFEK E, DIVÊ ZÛZÛKA BIGIHÊ HER KESÎ'   Eroglû destnîşan kir ku aşî mafeke e û divê bêheq û zûzûka bigihê her kesî û got: "Di warê aşîkirinê de prisgirêkên mezin rû dan. Van pirsgirêkan bi raya giştî re parve nekirin. Seba rêvebiriyeke xirab, em ji hin xebatên aşîkirinê man."    Erogûllari, anî ziman ku sedemeke vê jî pergala randevûyê ye û got: "Gava em wan mirovan zevt bikin divê em wan aşî bikin. Kampanyayên aşiyê bi vî şiklî ne. Bi pergala randevûyê, nabe." Her wiha Erogûllari, bilêv kir ku divê pantenta aşiyê tune be û got: "Li ku derê derfet hebe divê li wir bê çêkirin. An em ê bi hev re ji vê şewbê xelas bibin an jî yê tu kes ji me jê xelas nebe. Lewma divê helwesta hikûmetan û siyasetmedaran a ji bo aşiyê biguhere."