Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin 2021-04-19 09:01:26 MÊRSÎN - Kurê girtiyê nexweş Îsa Gultekên ê di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê tê girtin de, xwest bavê wî bê berdan û got: “Ûr li tevahiya bedena bavê min belav bûye û rewşa wî giran bûye.”   Xeteriya rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêrê Îsa Gultekîn (67) ê li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 3 a Tarsûsê dimîne, dewam dike. Gultekîn ê ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Meletiyê (DGM) ve hat darizandin û cezayê muebeta giran lêhatibû birîn, 28 salin girtiye. 18 meh man ku Gultekîn serbest bê berdan, lê ji ber nexweşiya ûr a li bedena wî belav bûye, pirsgirêkên cîdî yên tenduristiyê dijî. Gultekîn ê jiyana wî di xeteriyê de ye, ev demek dirêje li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê tê girtin.    25 KÎLO DAN    Gultekîn, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê berî 8 mehan diçe revîra girtîgehê û teşxîsa nexweşiya şekirê ji bo wî tê danîn. Gultekîn demek dirêj dermanên nexweşiya şekir bi kar tîne. Gultekîn ê di girtîgehê de, her roja ku diçe nexweşiya wî lê giran dibe, 25 kîloyan dide. Dûre di mîza wî de xwîn te û rewşa wî giran dibe. Rayedarên girtîgehê li ser vê yekê, di Mijdara 2020’an de, wî sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê dikin. Li nexweşxaneyê ji bo Gultekîn teşxîsa Malîgn Neoplazm (ûra nebaş) tê danîn. Gultekîn 8 mehin, dibin bandora ûra nebaş a giran de jiyana xwe dewam dike. Ji ber ku Gultekîn, di demekê xwe de nehat dermankirin, nexweşiya wî pir giran bûye.    RAPORA ‘DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE’   Ji bo ku cezayê Îsa Gultekîn bê taloqkirin û serbest bêberdan, li dozgeriyê serlêdan tê kirin. Nexweşxaneya Zanîgeha Mêrsînê, rapora “Dikare çûn û hatina nexweşxaneyê bike” dide Gultekîn. Dozger jî, ji ber vê hincetê daxwaza berdana Gultekîn red dike.   ‘BILA GAV BAVÊJIN’   Kurê Îsa Gultekîn Azîz Gultekîn (41) ê derbarê rewşa tenduristiya bavê xwe de axivî, wiha got: “Talûkeya jiyana bavê min heye. Ji ber pêvajoya pandemiyê û şertên di girtîgehê de, nayê dermankirin. Ûr li hemû bedena bavê min belav bûye. Ji ber vê nikarin wî emeliyat bikin. Bijîşkan ewil teşxîsa şaş ji bo wî kirin. Ji ber vê bi mehan bavê min şaş tedawî kirin. Ûr li tevahiya bedena wî belav bûye û rewşa wî girane. Ligel vê jî bavê min hîna girtiye. Ez dixwazim bavê min bê berdan. Divê Wezaeta Tenduristiyê û Wezareta Dadê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Berî ku bavê min jiyana xwe ji dest bide, divê gavekê bavêjin.”