Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan 2021-04-19 09:03:20 AMED – Girtiyê nexweş Adnan Yalçin ê 60 salî, li gel ku 26 sal in  girtî ye û 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayên berdan.  Ji ber şertên ne baş ên li girtîgehan hejmara girtiyên nexweş her roj zêde dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), zêdetirî hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Li gel raporên “nikare li girtîgehê bimîne” yên Saziya Tipa Edlî (ATK) jî bi sedan girtiyên nexweş nayên berdan û bi mirinê re rû bi rû dijîn.    DI EMELIYATÊ DE QRÎZA DIL DERBAS DIKE   Yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweş Adnan Yalçin ê 60 salî ye ku 26 sal in girtî ye û 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye. Yalçin, niha li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê dimîne. Beriva vê bi dorê li Girtîgeha Kurkçuler, Konya, Mereş, Çewlik, Tîpa L a Dîlokê û Tîpa D a Amedê maye. Ji ber fitiqê ji sala 2005’an ve nikare bi tena serê xwe bimeşe û ji ber vê bi kursî jiyana xwe didomîne. Di sala 2015’an de dema ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dima bi nexweşiya pençeşêrê ket û di emeliyatê de qrîza dil derbas kir.   SERLÊDANÊN BERDANÊ RED DIKIN   Her wiha Yalçin bi nexweşiyên tansiyon û zerikê jî ketiye û ji bo ku bê berdan parêzerên wî di 4’ê kanûna 2020’an de serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Ersîn Arslan a Dîlokê dan û Lîjneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneyê biryar da ku cezayê wî bê înfazkirin. Birayê Yalçin Fûat Yalçin, diyar kir ku li gel vê rewşê jî kekê wî nayê berdan û hemû serlêdanên wan ên ji bo berdan tên redkirin.    NEXWEŞIYA WÎ DI ASTA DAWÎN DE YE   Yalçin, da zanîn ku herî dawî beriya 20 rojan bi kekê xwe re hevdîtina girtî pêk aniye û têkildarî rewşa kekê xwe ev agahî dan: “Dikare bê gotin ku nexweşiya kekê min hatiye asta dawîn. Bi rastî jî rewşa wî giran e. Tedawiyeke baş lê nayê kirin. Dermanên pêwîst dema ku dixwaze nadinê. Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan û tedawîkirin. Divê dewlet ji bo vê hestiyar be û hemû girtiyên nexweş berde.”   MA / Cengîz Ozbasar - Mehmet Erol