Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe 2021-04-19 09:04:32 ÎZMÎR – Kurê girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî Beşîr Silik, diyar ku rexmî rapora ATK’ê jî bavê wî nayê berdan û her ku diçe rewşa wî giran dibe û ev tişt got: “Heke bimire jî bila li cem me bimire.” Girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya Îzmîrê dimîne, her ku diçe rewşa wî giran dibe û. Silik, di 4’ê mijdara 2011’an de li navçeya Bayrakliyê, bi hinceta ku derbarê wî de “îxbar” heye tê binçavkirin û piştî 4 rojan bi angaşta “alîkariya rêxistinê” tê girtin. Piştî girtina xwe ya salekê di 19’ê cotmeha 2012’an de tê berdan. Piştî berdanê bi 2 mehan, di danişîna ku li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê ditîn de 6 sal 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Silik tê birîn. Di 21’ê sibata 2017’an de Dadgeha Bilind, ev cezayê ku li Silik hatiye birîn erê dike û tê girtin.    RAPORA ATK’ê   Beriya ku bê girtin nexweşiyên Silik ên mîna şekir, prostat, dil û tansiyona bilind hebûne û li girtîgehê rewşa wî girantir dibe û felç derbas dike. Rexmî ku Silik tiştan ji bîr dike, pewîstiyên xwe nikare bi tena serê xwe bibersivîne û rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “nikare bi tena serê xwe bijî” jî nayê berdan. Kurê Silik Beşîr Silik, diyar kir ku rewşa bavê wî roj bi roj girantir dibe û banga berdana bavê xwe kir.    ‘NIKARE RÛNÊ Û RABE SER XWE’   Silik, têkildarî rewşa bavê xwe ev agahî dan: “Beşeke laşê wî bifelc e, nikare rûnê û rabe, bi kursî tînin hevdîtinê. Dema em diçin cem êdî me jî nas nake. Li gel vê rewşa wî jî bi angaşta  ku dê heman sûcî careke din bike wî bernadin. Serlêdana me ya ji bo taloqkirina Înfazê red kirin. Ez bawerim kesên ku berdana bavê min red dikin, heke biçin di cih de bavê min bibînin, heke biçik wijdanê wan mabe wê demildest wî berdin. Lewre tenê goşt û hestî maye. Mafê xwe yê axaftina bi telefonê jî ji bîr dike. Ew li me nagere. Roja hevdîtinê em li girtîgehê diğerin û hewl didin pê re biaxivin. Gelek caran jî destûr nadin ku em biaxivin.”   ‘NEKEVIN BIN VÎ GUNEHÎ’   Di dawiyê de Silik bi van gotinan banga berdana bavê xwe kir: “Bêyî ku rojek jî dereng bimîne divê bavê min bê berdan. Em bi gumanên ku bavê me li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide. Em her roj diqehêrin. Heke bimire jî bila li cem me bimire. Heke bimire wê gunehî wî di sutiyê hikûmet, AKP û kesên ku dibêjin, ‘heke em wî berdin dê heman sûcî careke din bike’ de be. Bila nekevin binî vî gunehî.”    MA / Nacî Kaya