Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin 2021-04-19 09:04:55 RIHA – Mamoste Nûrcan Çobanturk ku li navçeya Serê Kaniyê bi armanca ferqkirina sewalên li kuçeyan Koma Sewalhezên Dengê Canên Bêdeng ava kir, rexmî ku gef lê tên xwarin jî her roj xwarinê li dehan sewalan belav dike û sewalên ku bi jehrî dibin jî tedawî dike.  Sewalên li kûçeyan ne tenê ji ber birçîbûn û nexwedîkirinê ji ber tundiya ku mirov li wan dikin jî dimirin. Qanûna Mafên Sewalan ku wê cezayê girtîgehê ji bo kesên tundiyê li sewalan dikin bîne li gel ku 10 sal in di rojevê de ye jî hê neketiye rojeva meclisê. Li gorî Qanûna Parastina Sewalan a bihejmara 5199’an ku heye, divê rêveberiyên herêmî malên lênêrina sewalan û nexweşxaneyên wan ava bikin, li sewalan binerin, tedawiyên wan û xebatên perwerdeyê bikin.    JI BER ŞAREDARÎ NEKIR KOM AVA KIRIN   Li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, li gel ku şaredarê AKP’î Feyyaz Soylû, di meha kanûnê ya 2020’an de gotibû ku wê di sala nû de Navenda Xwedîkirina Sewalan vebike jî hê pêşveçûneke bi rengî li navçeyê tuneye. Di nav mehekê de li navçeyê gelek kûçikên ku li kûçeyê dijiyan jehrî bûn. Ji aliyê rayedaran ve ser jehrîbûna kûçikan hat girtin. Ji ber ku şaredariyê tu gav navêtin li navçeyê kedkarên tenduristiyê, mamoste, esnaf û karmendan Koma Sewalhezên Dengê Canên Bêdeng ava kirin. Kom, her roj bi dehan sewalên li kuçeyan xwedî dike û tedawiya wan pêk tîne.    ‘ŞAREDARÎ SÛC DIKE’   Ji damezrînerên komê mamoste Nûrcan Çobanturk û esnaf Sîdar Işık têkildarî rewşê ji Ajansa me re axivîn û tundiya ku li navçeyê li sewalan tê kirin vegotin. Çobanturk, da zanîn ku beriya 3 salan li taxa 15’ê Tîrmehê ya navçeyê bi cih bûye û got ku ji ber tax nû hatiye avakirin gelek sewalên kuçeyê lê hene û hin niştecihên taxê tundî li sewalan dikin. Çobanturk, diyar kir ku ji ber arestekirina şaş zarok xesar ditin kûçikan û ji bo ku vê hişmendiya şaş bişikîne bi kûçikan li taxê digre û wiha got: “Ji zarokan re dibêjim ku divê hûn xesar nedin kûçikan. Ji ber vê niştecihên taxê li hemberî min bi bertek in. Bertekên wan gihîştine asta gefê. Bi avakirina komê em li dijî gefan derketin. Di mehekê de gelek sewal jehrî bûn. Şaredarî bi berhevkirina sewalan a ji derveyî qanûnan sûc dike. Derdê me ew e ku sewal birçî nemînin.”   ‘DIVÊ QANÛN ROJEK ZÛTIR DERKEVE’   Esnaf Sîdar Işik jî da zanîn ku berê ve rewşa sewalên kûçeyê ne baş bûye û wiha got: “3 sal in em li wan dinerin. Ji ber vê rewşa wan baş dibe. Gelê Serê Kaniyê dibêjin “heram” e û kûçikên kuçeyê naxwazin. Ji ber ku li sewalan xwedî derdikeve gef li mamoste Nûrcan dixwin. Divê ev hişmendî bê şikandin û sewal xesar nebînin. Sewal weke mal tên dîtin. Divê rojek zûtir Qanûna Mafê Sewalan derkeve. Sewal seqet tên hiştin û dest dirêjî wan dikin. Cezanekirin wêrekiyê dide kesên tundiyê li sewalan dikin. Divê bi awayê herî giran bên cezakirin. Germê dest pê kir, bi taybetî jî hevalên esnaf dikarin qabekî av deynin ber deriyên xwe.”   MA / Emrûllah Acar